qÇalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger ên li bajarê Hollanda Deng Hagê Hasbi Çakici û Huseyîn Yildiz jî gotin; “Em ê heta dawiyê li berxwe bidin û em ê serbikevin.”

Çakici 14 û Yildiz jî 15 roj e di grevê de ye. Çakici got; “Ev pêvajoya çalakiya grevên birçîbûnê weke berxwedana zindana Amedê ya piştî derbeya 1980’î ye. Di şexsê Rêbertiya me de tecrîd li ser gelê me tê kirin û derketina çalakiyê jî ji bo azadiyê ye.”