Kurdistaniyên ku li Stockholmê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, belavokan belav dikin û raya giştî agahdar dikin. Herî dawî wan serdana partiyên siyasî yên li parlamenê kir û ji wan xwest ku li dijî tecrîdê helwêstê nîşan bidin.
Heyetek ji çalakgerên greva birçîbûnê pêr çû serdana Berdevkê Polîtîka Derve û Parlamenterê Partiya Çep, Hakan Svennelig.
Çalakgeran li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê agahiyên berfireh da Svennelig. Di hevdîtinê de hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya hin çalakgerên greva birçîbûnê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewrûpayê gelekî krîtîk e û ji hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewrûpayê hate xwestin ku pêşî li mirina mirovan bigirin û bikevin nava hewldanan.
Zexta YE´yê lazim e
Svennelig bi bîr xist ku Partiya Çep beriya niha mijar xistiye rojevê û got, “Divê Yekîtiya Ewrûpa zexteke mezin li Tirkiyeyê bike. Di hilbijartinên cihî de gel bersiv da rêveberiya otorîter a Erdogan.”
Svennelig diyar kir ku Partiya Çep wê mijara tecrîdê û grevên birçîbûnê careke din bixe rojeva Parlamena Swêdê.
Çalakgerên greva birçîbûnê li ber parlamenê, li stasyona metroyê û meydana Sergel Torgê belavok belav kirin, raya giştî li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê agahdar kirin.
Xwedî li çalakiyê derkevin
Çalakgeran got, heta ku tecrîd bi dawî bibe têkoşîna wan wê dewam bike. Ji çalakgeran Tarik Mêrdînî diyar kir ku Leyla Guven û girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyeke pîroz dikin û divê mirovên piştgiriyê didin gelê Kurd li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin. Cahîde Kalaba jî banga xwedîderketina li çalakiyê li gelê Kurd kir.
ANF / STOCKHOLM