ZURICH: Çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza berdana girtiyên siyasî yên li Elmanyayê li Zurîchê hat lidarxistin, bi mîtîngekê qediya.
Di vê çalakiyê de ku 5 rojan dewam kir, der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û neheqiya li siyasetvanên Kurd ên li Elmanyayê girtî de, bi hezaran belavok hatin belavkirin.
Çalakiya ku ji aliyê rêxistinên çep û jinan ve hat lidarxistin, pêr bi mîtîngekê qediya.
FRANKFURT: Çalakiya li bajarê Elmanyayê Frankfurtê jî, çalakiya ji 22'ê Hezîranê û vir ve bi mîtîngekê qediya.
Di nava 10 rojan de konê agahdarkirinê li gelek cihên Frankfurtê hat vedan û endamên Navendên Civaka Demokratîk û Meclîsên Jinan ên li Frankfurt, Hanau, Offenbach û Darmstadtê nobet girtin.
Çalakiya nobetê ya 10 rojan pêr li Kaiserplatzê bi mîtîngekê qediya. Komek ji faşîstên Tirk hewl da di dema vê mîtîngê de provokasyonê bike, lê Kurdistaniyan rê neda provokasyonê.
Piştî rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Hevseroka NAV-DEM a Hessenê Vîldan Dîrîk axivî. Dîrîk da xuyakirin, ku wan daxwazên ji bo azadiya Ocalan û agahiyên li ser komkujiyên çeteyên AKP'ê li Kurdistanê, dane raya giştî ya Elman.
Ji Desteya Rêveber a YJK-E jî Delal Yaman banga xwedîderketina li Licê, navçeyên din ên Kurdistanê û kampanya malbata hevpar kir.
ZURICH / FRANKFURT