Ji bo bidawîkirinê tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger hatibû destpêkirin. Hefteya bihurî jî greva birçîbûnê ya dorveger li pêşiya Konseya Ewrûpayê hate destpêkirin.

Doh jî li pêşiya Konseya Ewrûpayê (KE) koma duyem kom bû û piştî daxuyaniyeke kurt dest bi greva birçîbûnê kir. Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar berxwedana li hemberî tecrîdê silav kir û diyar kir ku ew ê dev ji azadiya Ocalan bernedin.

Aydar got, di hilbijartina 31’ê Adarê de gelê Kurd li hemberî qeyûman bi ser ketiye: “HDP li dijî dewletê kete hilbijartinê. Bi hilbijêrên sexte re, cihên wekî Şirnexê hatin xespkirin lê gelê Kurd li Kurdistanê encameke baş stend. Gelê Kurd li metrepolan jî roleke sereke bi cih anî. Bi piştgiriya Kurdan, CHP li dijî AKP’ê bi ser ket. Dema ku mirov li encaman binihêre, dibîne ku Erdogan têk çûye. Ev têkçûn wê bibe sedem ku di navbera AKP û MHP’ê de alozî çêbe.”

Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger, grevên birçîbûnê yên dorveger li pêşiya Parlementoya Ewrûpayê hatibû destpêkirin. Ev çalakî wê li pêşiya KE´yê êdî dewam bike. Ji welatên Ewrûpayê qederê 150 kesî tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a vê hefteyê dibin.

Nûnerên PYD’ê çûn serdanê

Li bajêr, 14 çalakgeran ji bo rakirina tecrîdê greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger jî di roja 107´an de dewam dike. Nûnerên PYD’ê yên li Ewrûpayê Şiyar Alî, Stêr Dag, Abdulselam Mistefa û li ser navê Komîsyona Jinan a PYD’ê Axîn Gulo û Zozan Dêrik çûn serdana çalakgeran.

Li ser navê Nûnertiya PYD’ê ya li Ewrûpayê Şiyar Alî got, bi serkeftina li hemberî DAIŞ’ê gelê Kurd moral stendiye, berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven jî pêşengiya jinên Kurd diyar dike: “Rêhevalên me, li her derê ji bo jiyana azad têkoşiyan û jiyana azad bi rêxistin kirin. Em ê jiyana azad bi Rêbertiya Azad ava bikin. Dema ku tecrîd were şikandin wê şerê li dijî Kurdan jî biqede.” Li ser navê çalakgeran jî Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç got, berxwedan wê serketinê jî bi xwe re bîne û got, “Ez gelekî serbilind im ku di vê pêngava berxwedanê de cih digirim. Heta ku tecrîda li ser Ocalan bişikê, berxwedana me wê bidome.”

 

STRASBOURG