Bi munasebeta 71. salvegera Komara Kurdistanê ya Mahabadê, li bajarê Lîdz ya Brîtanyayê çalakiyekî bîranînê hate lidarxistin.  Bi pêşengiya ciwanên welatparêz Kurdên niştecihê bajarê Lîdz yê Brîtanyayê çalakiyekî bîranînê ya hevbeş lidarxistin. Di çalakiya bîranînê de peyama PJAK, Tevgera Azadî û Platforma Horam ya di derbarê komara Mahabadê de hatin xwendin.

Çalakvan komara Kurdistanê bîranîn û di heman demê de rexne li bêhelwestiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hember dagirkeriya Îran û Tirkiyê ya Başûrê Kurdistanê kirin û gotin armanca vê dagirkeriyê derxistina şerê bira kûjiyê ya di navbera Kurdan de ye.

Çalakvanan bi boneya rojê dirûşmên Kurdî avêtin û piştre  daxwaz ji hemû aliyên Kurd kirin ku li gorî berjewendiyên giştî yên Kurdan tevbigerin û ji bo pêkanîna kongreya neteweyî pêngavên pratîkî biavêjin. Di heman demê de hate gotin ku armanca komara Kurdistanê ew bû ku Kurdistaneke azad û xweser çêbibe. Di dawiya çalakiya bîranînê de beşdarvanan ragihandin ku rêya Pêşewa Qazî rêyeke netewî bû û divê xwedî li vê rêyê derbikevin. 


 ROJNEWS / LÎDZ