Komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifatê kir li gelek bajarên Elmanyayê hate şermezarkirin.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê çalakî li meydana Alte Synagoge pêk hat û ji bo yekîtiya neteweyî bang hate kirin.

Di çalakiyê de komkujiya li Til Rifatê dewleta Tirk kirî hate şermezarkirin.

Li bajarê Stûttgartê jî Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û komkujiya dewleta Tirk şermezar kirin.

Li bajarê Frankfûrtê bi vê armancê li navenda bajêr meşek pêk hat û ji bo piştevaniya bi Rojava re slogan hatin gotin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN