Artêşa Tirk tevî operasyonên ku lidardixe, nikare pêşî li çalakiyên gerîllayan bigire. Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku di bin kontrola gerîlayan de li dijî qeraqolekê du çalakiyên hemwext pêk anîn. Li Şemzînan û Dersîmê jî çalakiyên gerîlayan pêk hatin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-BÎM) encamên çalakiyên gerîlayan bi daxuyaniyekê eşkere kir û li ser operasyonên artêşa Tirk yê li Kurdistanê jî agahî da. HPG´ê diyar kir ku li herêmê serweriya gerîlayan li Çelê, Gever û Şemzînanê dewam dike. HPG da zanîn ku li navçeya Çelê, gerîlayan ve çalakiyên hemwext hatine lidarxistin û der barê çalakiyê de ev agahî hatin dayîn: “Di 29'ê Îlonê de saet 12.30'an, li dijî Alaya Serê Sêvê û baregeha leşkerî ya Şikêr ên li Çelê çalakî hatiye lidarxistin û hemû baregehên leşkerî bi awayeke bandor hatiye lêdan. Di encama van çalakiyan de li baregeha leşkerî ya Şikêr leşkerek hatiye kuştin, hejmara kuştî û birîndarên li Alaya Serê Sêvê jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Herweha piştî çalakiyê herêma Çiyareş bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Li Geliyê Zap´ê operasyon
HPG da zanîn ku operasyona artêşa Tirk a li Geliyê Zap a Çelê di 27'ê Îlonê de hatibû destpêkirin bi bombebaranên dijwar berdewam dike. HPG da zanîn ku di 28´ê Îlonê de artêşa Tirk hêjmareke zêde leşker şandine girê Mirişka, gerîlayan li dijî hêzên operasyonê çalakî lidarxistine û 4 leşker hatine kuştin. Hat diyarkirin ku piştî çalakiyê helîkopteran girê Helwesîsê bombebaran kirine. HPG der barê bombebaranan de jî ev agahî dan: "Di 29'ê Îlonê de di navbera saet 05.00-17.00'an de gelek herêmên Geliyê Zapê bi helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de gelek rez û zeviyên gundiyên li vê herêmê ziyan dîtine û gelek sewal jî telef bûne."
Helîkopter bombebaran kirin
Di berdewam daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 29´ê Îlonê de di navbera saet 11.30-12.30 û di navbera saet 21.30-22.30'an de artêşa Tirk Çiyayê Çarçelayê û herêma Mêrgezerê ya di navbera navçeyên Şemzînan û Geverêye de bi helîkopterên kobrayan bombekiriye. HPG’ê di daxuyaniyê de weha got: “Di 29'ê Îlonê de di navbera saet 17.00-18.00'an de herêma Hopê, Mêrgê û Neqeba Şîrvanê, di navbera saet 15.00-19.00'an de jî herêma Genîştepe, Girê Konserve û Şikêrê Spî yên bi ser Şemzînanê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
Operasyonên nû
HPG da zanîn ku di 28´ê Îlonê de li Şemzînanê li herêmên Tu, Nerdûş, Deman, Ola û Tîse danê sibê artêşa Tirk dest bi operasyoneke nû kiriye. Hat diyarkirin ku qasî 80 cerdevanî tevlî vê operasyonê bûye.
Li Payîzava çalakî
Li navçeya Wan Payîzavayê jî gerîlayan li dijî karwaneke eskerî çalakî lidarxistin. Çalakî li herêma Geliye Dêrê ya di navbera gundên Axsîn û Qasrokê de di 28´ê Îlonê de hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de gerîlayan li wesaîteke zirxî xistine, lê belê hejmara leşkerên kuştî û birîndar naye zanîn.
YJA Star´ê çalakî li darxist
Ji aliyê din ve gerîlayên jin yên YJA Starê jî li Şemzînanê li dijî Alaya Garê çalakiyek lidarxistin. Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya YJA Starê der barê çalakiyan de agahî da û diyar kir ku gerîlayên jin di 28´ê Îlonê de danê sibê li dijî girê ku ewlekariya Alaya Garê tê girtin çalakî lidarxistine û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Hat diyarkirin ku piştî şalakiyê girê Konserve û newala Hacibeg hatiye bombekirin.
Kontrola rê dewam dike
Navenda Çapemeniya YJA Starê li Dersîmê jî rê kontrol kirin. Di daxuyaniyê de der barê vê çalakiyê de weha hat gotin: " Gerîlayên jin di 29’ê Îlonê de li serê rêya bejahî ya di navbera Dêrsim û navçeya wê Xozatê de rê kontrol kirine. Gerîlayan nasname kontrol kir û der barê pêvajoyê de agahî dane gel."
Balafirên şer bombebaran kirin
Artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bombebaranên xwe zêde kir. Li gorî daxuyaniya HPG´ê di 28´ê Îlonê de li herêma Qendîlê balafirên şer yên artêşa Tirk gundên Silê û Enzê du caran bombebaran kirin. Di 28´ê Îlonê de jî balafirên şer danê êvarê herêma Xinerê bombebaran kirin.
Di 29´ê Îlonê de jî balafirên şer li herêma Garê gundê Meyrokê bombebaran kirin. Dîsa di 29´ê Îlonê de li herêma Haftanînê herêmên Kato Sûle û Dola Sûle bi hawan û obûsan hate bombekirin.
Gerîlayek jiyana xwe ji dest da
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê ragihand ku di 27’ê Îlonê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama şer de gerîlayek jiyana xwe ji dest daye û nasnameya wê gerîlayê aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlaya bi navê Kûdret Aslan a bi nasnavê Nûrda Sumbul a li Colemêrgê ji dayîk bûye jiyana xwe ji dest daye.
ANF / BEHDÎNAN