Kesûkarên hepsiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de, bi wesîleya Roja Dayikan xwestin li Gebzeyê çalakiyê bikin, lê polîsê dewleta Tirk dîsa bi zilma xwe êrişî wan kir. Malbatên hepsiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, mîna her roj, doh jî li Gebzeyê civiyan.

Dayikên ku ev 34 roj in li ber Hepsa Jinan a Gebzeyê çalakiya rûniştinê dikin, careke din bûn hedefa êrişên polîsên Tirk.

Dayik li ser êrişa polîsan çûn avahiya HDP’ê ya Kocaeliyê û li wir wan daxuyaniyek da çapemeniyê. Sûltan Bozkûrt bi navê çalakgeran got, “Zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Diyariya herî mezin a ji bo me, jiyana zarokên me ye. 30 zarokên me niha di rojiya mirinê de ne. Em hemûyan hembêz dikin. Em Roja Dayikan li zarokên xwe yên niha di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, pîroz dikin. Bi salan e, xwe li me kerr û kor dikin. Li vî welatî her roj li dijî me qedexe hene. Em bûn hesretê kêfxweşiyê. Kes ji me fêhm nake. Bi mehan e ku em dibêjin greva birçîbûnê heye. Di serî de gelê Kurd, raya giştî ji me bi derengî fêhm dike.“

Endamên HDP’ê qurnefîl diyarî dayikên hepsiyan kirin.

 

KOCAELÎ