Car caran berhemên wisa tên li pêş me ku, însan lê dinêre û xwe bixwe dipirse: “Gelo çi kêmasiya min heye ku heta niha ez nefikirîme û berhemeke bi vî rengî min neafirandiye. Him jî di nav şert û mercên hê fireh de...” 

Rastefîlma bi navê “Çalakiya kujertiyê” ango bi Îngilizî “The act of killing” jî bi vî hawî... Berî her tiştî hema çend gotin li ser mijar û naveroka fîlmê bibêjim, dûvre ez ê êş û gazincên xwe bînim ziman... 

Di sala 1965’î de, li Endonezyayê, di nava salekê de bi qasî milyonek însanî hatin qetilkirin. We rast xwend… Bi rastî jî hejmar bi qasî milyonekê bû. Belê mêjî û hiş tev li hev dibe. Milyonek însan, dê çawa werin kuştin? Bi çi amûrê? Li ku? Çi wextê û li kîjan tarîtiyê de? Çi tarî ya Xwedê hebû ku ev şermê veşart? Di însan, çi dewlet, çi maf û çi zagon li ser dunyayê tunebû gelo, ku ev komkujî pêk hat? Belê, rasterast hejmarê dibêjim ez. Milyonek însan... Yên ku li himberî refên leşkerî ya darbekar şêwazeke nerazîbûnê nîşan dan, ew hemû, wek komunîst hatin binavkirin û mirin tam kirin. Ji xêynî demokrasîxwazan jî, kesên ku ji netewê Çînê bûn, ewana tev jî... Darbekeran ji alî zagonê ve jî tedbîrên xwe girtîbûn, lê ji derzagonî jî wekî refên SS ên Hitler jî komên gangster ango rêbir û cerdewan kom kirîbûn, wek artêşeke “nîvfermî” ava kirin, kujertî ya xwe di ser van koman re pêk anîn. 

Ev komkujî, li ser dunyayê bi qasî girantiya xwe deng venedabû. Ji ber ku hikûmetên Rojavayî, hikûmetên Amerikayê bi zanebûn çavê xwe girtîbûn û ji bo ku komunîst bi ser nekevin, bi şikleke “nîvveşartî” destek dabûn qetlîamê, hêzên derqanûnî. Dunyayê temaşe kiribû li qetlîamê ku bi piştgiriyên pergalên Rojavayî derhat. (Di nav kevaneyekê de jî bi bîr bînim, ku ne tenê li Ezdoneyyayê, hingê, li Şîlî, li Arjantînê, li Fasê –taybet li ser berberiyan-, li Başûrê Kurdistanê, li Bolîvya û hwd. jî bûyerên bi vî rengî qewimîn).  

Lê tu tişt, tu şerm, tu derînsanetî li ser dunyayê naçe serî, heta serî bi ser nakeve. Mînakek jî nîne ku heta serî ew şerm, ew sûc û sûcdar wek serkeftî emrê xwe bi dawî bikin û wek xwedî karekî serkeftî di nav nivînên xwe de biçin gorê. Na, mînakeke wisa nîne... Li Endonezyayê jî bi heman hawî bû... Hê jî çendek bermayî yên wê darbeyê disekinin lê, mirovahî ew qetlîamên hanê ji mejî û ji hişmendî tev mehkûm kiriye. Sûc hatine aşkere kirin, çendek rûbirû hatin çêbûye û bi marîfeta huner be, bi xebatên siyasî be, pêşî li “serkeftina nebaşiyê” hatiye girtin û ji wan re derfet nehatiye dayîn. 

Ji wan karên lêkolînê yek jî wek di serî de me qala wê kir, berhemeke rastefîlma sînemayî “Çalakiya kujertiyê” ango bi Îngilizî “The act of killing” e. Ew fîlm, berî mehekê, hatibû li Stenbolê di festîvala Stenbolê de bû. Ez bi xwe piçek dereng pê hesiyam. Çend roj berê min lê temaşe kir. Lê gava ku min li wê fîlmê temaşe kir, hê êşeke mezin di dilê min de pêyda bû. 

Ji ber ku, em jî wek miletekî li ser vê dunyayê, miletê Kurd, ev bûyer, bi êşên canê xwe me ceribandine, agahdar in û zanin jî... Mînakên karên bi vî hawî li Kurdistanê hatibûn ceribandin û demeke dirêj jî bi çalakiyên xwe yên kujertiyê bi pêş jî ketîbûn, pergaleke kujertiyê ava kirîbûn, pergaleke taybet, ne bi qasî Endonezyayê be jî, bi hezaran însanên welatparêz, bi şiklekî hovane hatibûn qetilkirin. Ne tenê salên 1990’î jî, 200 sal e ku ev ceribandina tunekirinê li ser Kurdistaniyan tên meşandin. Lê di destê me de hê jî berhemeke bi vî hawî; bi qudret, bi hişmend, bi bandor, bi tesîr, berhemeke ku ewqasî bi xebateke giran ve bê çêkirin û li ser dunyayê dengekî qêrînê deng vede, hê jî nîne... Ev jî gunehekî dîrokî ye û bi giraniya xwe ya bi tonan di stûyê me de daliqandî disekine... Bi taybetî jî yên ku ji xwe re dibêjin "ez hunermendekî Kurdistanî me", taybet divê li ber van berheman biêşin û ji bo bicîhanîna peywirên xwe yên dîrokî têbikoşin, ku heta giraniya wê gunehê piçekî sivik bikin...