
Çalakiya sê rojan a rûniştinê ya li pêş Parlamentoya Federal a Almanya bi dawî bû. Di roja dawiyê de lijneyeke deh kesî ya ji parlamenterên Partiya Çep a Alman Die Linkeyê serdana çalakgeran kirin. Parlamenteran komkujiya li bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û hevkariya bi gelê Kurd re anîn ziman. Her wisa di roja dawî ya çalakiyê de bi hezaran îmzeyên komkirî û dosyayek jî pêşkêşî serokwezaretiya Almanyayê hat kirin.Berlîn dê roja şemiyê saet di 15.00 an de jî mezûvaniya meşa mezin ya navendî ya li Potsdamer Platzê bike.
Li paytexta Almanya Berlînê yek ji çalakiyên dîrokî li pêş Parlamentoya Federal a Almanyayê pêk hat. Çalakiya ku ji aliyê NAV-DEM ê ve hat birêxistinkirin û bêtirî 30 sazî û dezgehên pêşverû jî hevkarî kirin di roja sêyê de bi xebat û keda jinan bi dawî bû. Di çalakiya sê rojan de bi plansazî her roj saet ji dehan heta sisêyan bênavber pankart û flamayên aşkerekirina terora dewleta Tirk û dîktator Erdogan hatin bilindkirin, çalakgeran her wisa dirûşmên wek: “Kujer Erdogan”, “Kujer AKP”, “Mirovahî raneze”, “Kurdistan dişewite”, “Kurdistan dê ji dagirkeran re bibe goristan”,” Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aşîtî” û “Silav li berxwedana Kurdistanê”, “Silav li xweseriya demokratîk” qêriyan. Çalakgeran her wisa kincên spî yên li ser, “AKP DAIŞ’e DAIŞ Erdogan e” li ber xwe kirin.
Di sê rojan de li ser navê komîteya rêveber a çalakiyê meşên protestoyî û hişyariyê jî hatin lidarxistin. Di van meşan de bi rêzê ve Wezareta Karên Derve yê Almanya, Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, dêrên katolîk û protestanan, wisa jî sefaretên Amerîka, Fransa, îtalya, Japonya, Brîtanya û wd hatin ziyaretkirin, dosyayên derbarê terora desthilatiya AKP ê û barbariya li Kurdistanê de jî hatin pêşkêşkirin.
Li aliyê din çalakiya li Berlînê mezûvaniya gelek welatparêzên ji eyaletên wek Sachsen, Hamburg, Kassel, Hildesheim, Bremen û Oldenburgê jî kir.
Deh parlamenterên Partiya Çep ku Ula Jelpke, Sevîm Dagdelen jî di nav de bûn, diyar kirin ku ji bo hevkarî û desteka Kurdistaniyan serdana çalakiyê dikin, hevserokên gruba Partiya Çep Dieter Gerhard Bartsch û Sara Wagenknecht ji çalakgeran re axivîn û ev peyam pêşkêş kirin:
Dieter Gerhard Bartsch: “Kurdistaniyên hêja, hûn dizanin Engela Merkel beriya hilbijartinê serdana Tirkiyeyê kir û alîkariya aborî da Erdogan. Wisa jî di şerê li dijî gelê Kurd de hergav alîkarê dewleta Tirk bûne. Lê hûn baş bizanin ku di parlamentoya Almanyayê de Partiya Çep her dem bi we re û bi têkoşîna we re ye û em bawer in dê rojekê di bin tava Kurdistanê de jiyaneke azad serdest be.”
Sara Wagenknecht: “Em dizanin ku dewlet û hikûmeta Almanyayê alîkariya Erdogan dike û çekên Alman li dijî gelê Kurd tên bikaranîn, ev cihê şermezariyê ye û skandal e. Wisa jî AKP û Erdogan li ser demokrat, zanist û muxalifan jî pergaleke dîktatorî ava kiriye, ragihandin di bin destê wî de ye. Em wek Partiya Çep li dijî vê pergala dîktator in, her gav li cem we ne û em ji dil û can bawer in dê têkoşîna we jî biser bikeve. “
Em faşîzma AKP’ê têk bibin
Beşdar û çalakgerên xwenîşandana dîrokî ya li Berlînê derbarê hêrs û coşiya ku mora xwe li paytexta Almanyayê dayî de, ji rojnameya me re wiha axivîn:
Şervîn Nûdem (TJEK-E): Ji ber ku ev komkujiya li Kurdistanê herwisa komkujiyeke li dijî jinan e, wek tê zanîn sê endamên tevgera me jî li Silopya bi barbarî hatin qetilkirin. Hêzeke ku bi her awayî faşîzmeke aşkere bi rê ve dibe, jin, zarok, zanist û rojnamevan tev de kirine armanc li hemberî me ye. Mixabin Evropa û Almanya di vî şerî de roleke nebaş dilîze. Em wek tevgera jinan bang li gelê xwe dikin ku li her derê dijberiya xwe bidin nîşan û faşîzma AKP ê têkbibin.
Yuksel Koç (Hevserokê NAVDEM ê): Dilsozî û hezkirineke mezin ji Kurd û Kurdistanê re çêbûye, dijberê vê nefreteke mezin li dijî dewleta dagirker a Tirk kemiliye. Divê em vê geşedanê baş bikarbînin û li gel saziyên Almanan pirtir kar bikin û desteka gelê Alman zêdetir bi dest bixin. Emê li her derê pêla berxwedanê bilindtir bikin û wisa jî bi ser kevin.
Fatma Karahan (Dresden): Divê Almanya û Ewropa dengê me bibihîze. Divê piçek jî be wehşet û komkujiya li welatê me bibînin. Em jî li Dresdenê bi hevalên çep û pêşverû re komên xebatê ava dikin. Emê di rojên pêş de dengê Kurdan û terora dijmin ji Sachsenê jî biqîrin. Li gorî min ne merc e mirov Kurd be, ev wezîfeya her mirovî ye.
Numan Wan (Dresden): Ez ji bo rûreşkirina AKP ê û diktator Erdogan hatim. Dixwazin Kurdan bitirsînin û tola xwe ya barbarî hilînin. Her çiqas êrîşên dijwar jî li ser me bikin, emê li ber xwe bidin. Salên 90 î Kurd evqas bi hêz nebûn, niha em ji bo azadiya tevahiya gelên bindest şer dikin. Divê cîhan jî guhdariya wijdana xwe bike û berê xwe bide gelê me.
Bahattîn Kaplan (Kassel): Bila gelê me ji bîr neke ku ev wehşet îro li Cizîr, Amed û Nêsîbînê ye, misoger dê siba li hemû bajarên me be. Em xwe nexapînin, divê em li dora Serop Apo bibin xelek û li ber xwe bidin. Emê heta serkeftinê bi hemû hêza xwe ve têbikoşin.
Fatma Saka (Oldenburg): Dijmin dibêje emê PKK ê tune bikin, eger wisa ye çima mirovên 70 salî û zarokên 1 mehî dikujin? Ji ber ku gel tev de PKK ye. Ev gelê ku 40 sal li ber xwe daye, îro êdî têknaçe, serkeftin ji bo dewleta Tirk ne mimkun e. Emê heta dawiya jiyana xwe bi Serok, partî û şervanên xwe ve girêdayî bin.
Bayram Yilmaz (Bremen): Banga me li Ewropa û Almanya ev e: Bila destê xwe ji alîkariya AKP ê bikişînin, ev dibe hevkariya xwîna zarokên Kurd. Divê gelê me li Ewropa, li metropalan û li her derê rabe ser piyan.
Eylem Dogan (Sachsen):Eger em îro ne li pişt wan barîkat û xendekan jî bin, em dikarin li Ewropa û li deverên din li ber xwe bidin. Banga min ji bo Almanya û Ewropa jî ev e; divê ji bîr nekin ku Hîtler çi anî serê mirovahiyê, îro jî cêwîkê wî li Tirkiye û Kurdistanê heman tiştî dike. Bila nebin hevkarê vî şerê qirêj.
Nesrîn Dîk (Hîldesheîm): Bila dewleta Almanya tevli kuştina Kurdan nebe. Banga min ji gelê me re jî ev e, bila nesekinin, çima em îro li vir deh hezar kes nînin? Eger em dest nedin hev dê gelê me û welatê me tev de qir bikin.
Jiyan Zûmrûd (Hîldesheim): Em ji bo li Kurdistanê ev şerê qirêj bi dawî bibe, aştî û azadî pêkwere, li vir in. Bila dijmin dest ji vê terorê berde, serokê me azad bike, gerîlayên me û gelê me neyên kuştin. Bila cîhan jî alîkariya Tirkan neke, ji xwe aşkere ye ku ka kî terrorist e. Bila PKK ê ji lîsta terorê derxin. Berxwedan û serhildan ji bo me jiyan e.
Seher Yeter (Berlîn): Alîkariya rejîma AKP ê ji xwe sûceke mezin a li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin demildest cîhan têkeve nav tevgerê û vî şerê kirêt bidin sekinandin. Dîsa banga min li tevahiya hêzên şoreşgeran e ku tevli xebatên li dijî dîktatoriyê bibin.
YEKO ARDIL/BERLÎN