Bi pêşengiya TJK-E û KCD-E çalakiya rûniştinê ya Kurdistanî û dostên wan a li ber Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di roja duyemîn de ye. Hejmara beşdarên çalakiya ku wê hefteyekê bidome, roj bi roj zêde dibe.
Roja duyemîn a çalakiya rûniştinê bi nîşandana şanoya li ser komkujî û berxwedana li Kurdistanê destpê kir. Koma Berxwedan jî bi stranên xwe yên berxwedanê tevlî çalakiyê bû.
Li cihê çalakiyê, platformek hatiye avakirin û çalakger derdikevin ser dikê, dîtin û nêrînên xwe li ser pêvajoyê bi beşdaran re parve dikin.
Bernameya çalakiyê
Di çarçoveya çalakiyê de tê payîn îro bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlamentera HDP’ê ya Agirî Dîrayet Taşdemîr civîneke çapemeniyê bê lidarxisitn. Piştî daxuyaniyê wê heyetek li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rayedaran re hevdîtinê bike.
Dibe her wiha wê li ser xwerêveberî, komkujiyên li Cizîrê û pêvajoya dawî panelek were lidarxistin.
Di roja çaremîn a çalakiyê de (Pêncşem) wê bi moderatoriya rojnamevan Amed Dîcle, panelek bi mijara ‘Rojava, Rojhilata Navîn, Pêvajo û Qewimînên Gengaz’ were lidarxistin.
Roja Înê jî wê rêxistinên çep û pêkhateyên HDK’ê bi mijara panelek bi mijara “Li dijî faşîzmê eniya yekîtiyê dikare çawa were birêxistinkirin?” lidar bixin.
Roja Şemiyê, mijara panelê wê “Jin û Xweparastin” be.
Kurdistanî wê roja Yekşemê bi mîtîngek li ber DMME dawî li çalakiya xwe bînin.
ANF/STRABOÛRG