
Di çalakiyan de operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezar kirin û piştgirî dan çalakiyên gireva birçîbûnê.
WÊRANŞAR: Çalakiya Pencşema Reş a ji bo şaredar û siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan û dawî li operasyonên siyasî û leşkerî bên hatibû destpêkirin vê hefteyê jî disa li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Wêranşarê berdewam kir. Di çalakiyê de Hevseroka BDP'ê ya Wêranşarê Bîrgul Ozkara û endamên meclisa şaredariyê û karkerên şaredariyê amade bûn. Hevseroka BDP'ê ya Warênşarê Bîngul Ozkara, bi helwesta Musa Anter a "Şevekê dîsa cellad ji xew rabû. Ez nas dikim. Çi xaçepirsek zahmet e. Her ku tên kuştin zêde dibin. Her ku ez dikujim ez xelas dibim." dest bi axaftinê kir. Ozkara, polîtîtîkayên AKP'ê rexne kir û anî ziman ku tu cudahiya polîtîkayên AKP'ê ji celadê ku Apê Musa kuşt nemaye û wiha got: "Gelê Kurd her tim rastî komkujî û qirkirine hatiye. Hemû celadê Kurd yek in. Dikujin îşkence dikin, davên zindanê û cezayan li Kurdan dibirin. Lê em li her derê di ber xwe didin. Her ku em tên kuştin em pir dibin. Tu gel bi kuştinê tune nabe. Her yek dimirin û em bi hezaran pir dibin."
PIRSÛS: Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Li Pirsûsê jî karker, personel û endamên meclîsa şaredariya Pirsûsê li ber avahiya Şaredariya Pirsûsê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Wekîla Şaredar Hulya Demîr, endamê meclîsê û rêveberên BDP'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Nûnerê Genel Îş'ê Bekîr Koştî li ser navê komê daxuyanie da û polîtîkayên AKP'ê şermezar kir.
PEYAS: Li navçeya Peyasa Amedê jî çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya Şaredariya Peyasê di hefteya 107'an de pêk hat. Di çalakiyê de endamên meclîsa şaredariyê û persanelên şaredariye, Wekila Şaredara Peyasê Ayşe Yilmaz, Şaredarê Şemrexê Hasîp Aktaş, Wekîle Şaredara Dêrîkê Dogan Ozbahceci, Serokê koma BDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Sîlopî Abdulkerim Sonmez, nûnerên Genel-Îş, Tum-Bel Sen, Belediye-Îş ve Bel-Çadê jî amade bûn. Di çalakiyê de hate xwestin ku Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn serbest bê berdan. Serokê Şaxa Tum-Bel Sen'ê ya Amedê Medeni Alpkaya, polîtîkayên AKP'ê yên înkar û îmhayê şermezar kir û xwest hikûmet pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike. Alpkaya, anî ziman ku ew girtina şaredaran qebûl nakin û xwest şaredar û siyasetmedaren Kurd ên ib vîna Kurdan hatine hilbijartin serbest bên berdan.
Komê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan çûn avahiya BDP'ê ya Peyasê ziyaret kir û piştgirî dan çalakvanên gireva birçîbûnê.
QOSER: Li navçeya Qoserê jî li ber avahiya Şaredariya Qoserê çalakî pêk hat. Di çalakiyê de Serokê Şaxa BES'e ya Mêrdînê Şeyhmus Akbaba, Civaknasa Navenda Piştevaniya Şêwirîna Jinê ya Nuda Emine Konak û personelên şaredariyê amade bûn. Li ser navê komê Civaknas Emine Konak, axivî û li ser girîngiya 8'ê Adarê rawestiya. Konak, anî ziman ku jina Kurd her tim serî hildaye û li dijî zilm û zordariyê serî rakiriye. Konak, da zanîn ku dê dîsa li hemberî înkarkirina ziman, çand û komkujiyê derkevin kolanan û dengê xwe bilinid bikin.
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
DÊRIK: Li navçeya Dêrikê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de endamên meclîsa şaredaiyê û meclîsa bajar û personelên şaredariyê amede bûn. Dîsa endamên Belediye-Îş û Tum-Bel Senê jî piştgirî dan çalakiyê. Li ser navê komê Endamê Meclîsa Şaredariyê Hacı Gokalp, daxuyanî da û girtin û binçavkirin şermezar kir. Gokalp, piştgirî da çalakiya parlementerên BDP'ê û 400 siyasetmedarên Kurd û xwest daxwazên wan bi cih bên.
ÊLIH: Li Êlihê jî bi heman armancê çalakiya Pencşema Reş di hefteya 108'an de hate lidarxistin. Di çalakiyê de wekilê Şaredar Ahmet Bulent Tekik û Hamza Ayîş jî amede bûn. Di çalakiyêde operasyonên siyasî û leşkerî û girtina Mala Perwerdehiya Orhan Dogan (ODEM) hate şermezar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN