Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û piştgirîdayîna Parlementera HDP’ê Leyla Gûven dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dam û dorveger kiriye.Çalakiya Nasir Yagiz bi biryardariyeke mezin ev 55 roj in dewam dike.Rewşa tendûrîstiya Yagiz roj bi roj xirab dibe.

‘Rewşa min her ku diçe xerab dibe’

Nasir Yagiz balkişand ser rewşa xwe ya tendirustî û got: “Niha rewşa min a tendirustî ber bi xerabûnê ve diçe. Roj li pey rojê bedena min li beramberî parastinê lewaz dibe. Lê heta ez encam bigrim ezê  çalakiya xwe dewam bikim.”

Nasir Yagiz 26 salî ye. Li Êlih a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ev nêzî 7 mehin li Başûrê Kurdistanê bi cîh bûye.

Em li dû xeyalên zarokên xwe  ne

Çalakiya li bajarê Silêmanî jî bi biryardarî didome.Dayîka Kurdistan Helo û Mam Mihemed Hesen ku sê zarokên wan di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne jî li dijî tecrîdkirina Ocalan li Silêmaniyê ketine greva birçîbûnê. Malbat dibêje heta dawî em li dû xeyal û armancên zarokên xwe ne.Ji bo dawî li zilmê were tişta ku dikeve ser milê me emê bi cîh bînin.

Mexmûrî bi biryarin

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 30’an de ji aliyê koma 10’emin ve didome. Serdanê ji bo çalakiyê jî dewam dikin.

Ala berxwedanê geş dibe

Hevseroka Meclîsa Gel Filîz Budak li ser bi rêveçûna çalakiyê de peyivî û got: “ Em weke gelê Kurd bi salane dibin nîrê dagirkeriyê de dijîn.Li beranberî hemû zilm û zordariyan ala berxwedanê jî ji destê gelê Kurd neketiye û her tim mîna meşaleyekî ber bi azadiyê ve diçe, bilind dibe û geş dibe.”

Li Şengalê jî didome

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê jî greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî  (YJCÊ) ve 6’ê Çile hatî destpêkirin dewam dike. Xelkê Şengalê ji destekeke mezin didin çalakiya ciwanan.

Rêber Apo em parastin

Ciwanê bi navê Dilgeş Şengalî yê beşdarî greva birçêbûnê bûye li ser çalakiya xwe peyivîn.Dilgeş Şengalî yê ku 3 rojan tevlî çalakiyê bûye dibêje”Ji dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ve ji bo me civaka Êzidî Rêber Apo xwedî girîngiyek pir mezin e.  Gelek hêzan digotin, em ji bo parastina Şengalê li virin,em ne parastin.Kesên Şengal ji ferman û komkujiya parast şervanên rêber Apo bûn.Ji lewma erka meye ku em li dora rêber Apo bibin xelaka berxwedanê“

 

NAVENDA NÛÇEYAN