Li Elmanyayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê girseyî tên şermezarkirin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê di serî de bajarê Hannover ê Elmanyayê, li gelek cihan bi girseyî tên şermezarkirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ku pêr li dijî Şengalê pêk anîn, li Elmanyayê li pêşiya HBF a li bajarê Hannoverê bi çalakiyên girseyî hat protestokirin.

Hevserokê HCÊ Tarik Hemo, ji Çira TV’yê re axivî û anî ziman ku niha li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyan destpê kiriye û wê dema pêş jî ev çalakî bidomin.

Hemo anî ziman ku, “Di cejna vejînê 15’ê Tebaxê de êrişkirina li dijî Şengalê, armanckirina hebûna gelê Kurd e. Di serî de ciwan, bang li her kesî dikim ku li dijî vê êrişê derkevin.”

HANOVER