
Di daxuyaniya YPG'ê de wiha hate gotin: "Hêzên me êrîşên çeteyên ku li derdora Kobanê bi cih bûne têk dibin û bi operasyonan derbeyên mezin li wan dixin. Çeteyên DAIŞ'ê li gundê Kozika yê rojhilatê Kobanê, ji sê aliyan ve êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de tank, top û çekên giran hatin bikaranîn. Hêzên me bersiva tund dan çeteyan û derbeyên mezin li wan dan. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin û wesayitek doçka barkirî hat rûxandin. Dîsa li heman eniyê, li gundê Şêranê, şervanên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de qasî ku hate zelalkirin 8 çete hatin kuştin. Hêzên me li gundên Mumanê Minazê yên li başûr-rojavayê Kobanê li hemberî çeteyên ku amadekariyên êrîşan dikirin, operasyonek pêk anîn. Divê operasyonê de li gundê Minazê 4, li gundê Mumanê jî 4 noqte hedef hatin girtin. Di encama operasyonê de herî kêm 36 çete hatin kuştin û wesayitek leşkerî hat rûxandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li rojhilatê Cezaa li girê Sefanê ku dikeve nava sînorê Iraqê çeteyên DAIŞ'ê hewldane ku êrîş bikin lê hêzên parastinê bersiv dane û di encama pevçûnan de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
KOBANÊ