YPS derbarê îdîayên çekên kîmyewî yên li Geverê de got, ev nûçe derew in û armanca wan ew e ku taxên berxwedanê werin valakirin.

YPS´ê li ser rewşa şer a meydanî li naveya Mêrdînê Nisêbînê da zanîn ku ji 17’ê Adarê heta 20 Adarê 12 çekdarên dewleta Tirk hatine kuştin. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirk de 21´ê Adarê jî li navçeyê 5 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

YPS ji bo Şirnexê dide zanîn ku ji 19’ê Adarê heta 21´ê Adarê 13 çete hatine kuştin û gelk jî birîndar bûne. Di çalakiyan de maşîneke zirxî ya tîpa kîrpî hat derbkirin, maşîneke din a zirxî bi temamî hat rûxandin.

YPS der barê şerê li navçeya Colemêrgê Geverê de jî dibêje, 20´ê Adarê 4 endamên POH’ê hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. YPS wekî din dide zanîn ku, Tabûra Efeler, bi obus, tank û hawanan bombeyan li taxên Kişla, Orman û Cûmhûriyetê dibarîne, li taxa Cûmhûriyetê li gelek deran şer heye û agahiyên derbarê vî şerî de wê paşê bên ragihandin. 


MÊRDÎN/ŞIRNEX/COLEMGÓERG