Komîteya Perwerdeya Civaka  Demoikratîk (KPC-D) bi boneya nêzîkbûna Roja Zimanê Kurdî (15´ê Gulanê), çalakiyên çandî ji bo şagirtên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de, KPC-D´ê pêşbirkên çandî ji şagirtên dibistanên seretayî yên taxê, li dibistana El-Bera Bin Malik a li beşê rojhilatê taxê, hat lidarxistin.

Çalakiya bi tevna pêşbirkê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şagirtan hunerên dîlan û stranan, pêşkêş kirin. Çalakiya pêşbirkê bi belavkirina xelatên li beşdaran, bi dawî bû.


HELEB