Li bajarê Dusseldorfê jî çalakiya ku her hefte pêk dihat vê hefteyê jî li ber seferatxaneya Fransayê pêk hat. Li ser navê Meclîsa Demokratîk a Bonnê axaftin hat kirin û di axaftinê de hat diyarkirin ku bila kujerên komkujiya Parîsê bên darizandin û hat gotin ku heta komkujî ronî nebe dê çalakî bidome. Li paytexta Belçîka Brukselê jî çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we tê?" dewam kir. Di çalakiya li ber Konsolosiya Fransayê de wêneyên 3 jinên şoreşger ên Kurd, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KJB'ê hatin hildan. Li Marsîlya ya Fransayê jî bi heman armancê meş pêk hat. Meş ji aliyê Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê pêk hat. Di meşa ku ji qada Canebîere destpê kir de li gel komkujiya Parîsê komkujiya DAIŞ’ê li Şengalê pêk anî û êrîşên der barê Rojava de hatin şermezarkirin. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya roja Çarşemê ya ji bo aşkerakirin û darizandina kujerên Cansiz, Dogan û Şaylemez tê lidarxistin, duh dewam kir. Di çalakiyê de pankarta bi zimanê Elmanî û Fransî ya bi nivîsa "Em edaletê dixwazin" a ji wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hat hilgirtin.
NAVENDA NÛÇEYAN