Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya çapemeniyê ya rojane de encamên çalakiyên gerîla yên li bajarên Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê eşkere kir.


Li Amedê 3 leşker hatin kuştin

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“21’ê Nîsanê saet di 06:30 de, hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Qenexder a li Bedlîsê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Ji 21’ê Adarê û pê ve li bejahiya li ser rêya Bedlîs-Xîzanê yekîneyên veşartî yên artêşa TC kemînan datînin.

20’ê Nîsanê saet di 09:00´an de li ser rêya ber bi navçeya Amedê Karazê ve, dema leşkeran kontrola rê dikir, yekîneyeke me li hemberî komek ji leşkeran çalakiyeke sabotajê pêk anî. Li vê derê 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li qada Şehîd Kawa ya li navçeya Farqînê şehîd ketî, hat lidarxistin.


Li Mehsertê qereqol bû hedef

20’ê Nîsanê saet di 07:00 de, li dijî qereqola Golê ya li navçeya Mêrdînê Mehsertê, hêzên me yên gerîla çalakî pêk anî. 2 holik, kozikeke çeka giran a A-4, kozikeke kamera termal û tankeke li nava qeraqolê hedef hatin girtin û derbên xurt li wan hatin xistin. Di vê çalakiyê de kozikên çeka giran A-4 û kamera termal hatin îmhakirin û derbên xurt li tank û holikan hatin xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.


Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin

20’ê Nîsanê saet di 08:30 de li qada gundê Aşut a navçeya Colemêrg Çelê, ku yek ji gundên li ser sînor e, hêzên me yên gerîla bi tevgera yekîneyên veşartî yên artêşa TC hesiyan û bi çekên giran û ferdî li vê yekîneyê dan. Di encama vê lêdanê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

20’ê Nîsanê saet di 13:00 de, leşkerên artêşa TC dema li derdora qada Şehîd Kendal a li ser sînorê Heftanînê ye kozik çêdikin, hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakî li hemberî wan lidar xist. Di encama çalakiya hêzên me de ev hewldana çêkirina kozikan a artêşa TC hat sekinandin. 


Li Qilabanê çalakî

20’ê Nîsanê saet di 09:00 de komek ji leşkerên ji qereqola Serbesta ya li navçeya Şirnex Qilabanê derketin qadê. Di vê kêliyê de hêzên me bi çekên giran li hemberî wan çalakî pêk anî. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.” 


 ANF /BEHDÎNAN