Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Şemzînana ser bi Colemêrgê, li hemberî kozikên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (NRÇ) ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG’ê dibêje, “26’ê Hezîranê saet 14.40’an, hêzên me leşkerên li Girê Şikêrê Spî yê Şemzînanê kiriye hedef. Hêzên me li vir li kozikên dijmin dan û li gorî agahiyan 5 leşker hatin kuştin."

NÇR dide zanîn ku gerîlayan di heman demê de li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Xapûşkê yê Şemzînanê çalakî li dar xistiye, lê belê hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî zelal nekirine.


Herekol ji eskeran re nabe star

NÇR wekî din radigihîne ku 26’ê Hezîranêgerîlayan derb li eskerên artêşa Tirk yên li girê Bêmerişêya Herekolê ya ser bi Sêrtê, xistiye. Di çalakiyê de bi zelalî 4 eskerên Tirk hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.

Daxuyaniya NÇR´ê ya li ser çalakiya gerîlayên YJA-Starê jî wiha dewam dike: "Hêzên me yên YJA-Starê 26’ê Hezîranê, saet 18.30’an, li dijî qereqola Şamanis a Payîzava ya Wanê çalakiyên sûîkastê li dar xistin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin."


Yekîneyên wan ên veşartî nikarin xwe veşêrin

NÇR dide zanîn ku 25’ê Hezîranê, nêzî gundê Kavarê yê Mûşê hêzên wan yekîneke veşartî ya artêşa dagirker a Tirk dîtiye, pê re şer kiriye. NÇR dibêje, wan nekarî hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk li vê derê zelal bike.

Heman rojê li dijî wesayîteke zirîhpoş a ku dixwest ji Erzîncanê biçe qereqola Yaylabaşî jî bû hedefa çalakiya gerîlayan, di encamê de çend esker ahtin kuştin û birîndarkirin, nekarî bê zelalkirin.

NÇR li ser şerê 24’ê Hezîranê li Karayilan a navçeya Hatayê Skenderûnê yê di navbera gerîla û eskerên Tirk de jî dibêje, wan nekarî hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî tesbît bikin. 


 ANF / BEHDÎNAN