Navenda Ragihandin-Çapemeniya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Bazîda Agirî, Amed û Şirnexê li dijî artêşa Tirk li dar xistin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya nivîskî de hate diyarkirin ku herî kêm 7 leşker hatin kuştin.

Li Serhedê çalakî
Navenda Ragihandin-Çapemeniya HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a di navbera Agirî û Îdirê de daxuyaniyekê da û got; “Di 13’ê Cotmehê saet di 17.30’an de di navbera Îdirê û navçeya Agirî Bazidê de li nêzî Gundê Gewro li dijî leşkerên dijmin ê ewlekariya gir digirtin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, du panzêr û wesayiteke akrep a zirxî derbe xwarine.”

Li Amedê leşkerek hate kuştin 

Di daxuyaniyê de, der barê çalakiya gerîlayan a di 11’ê cotmehê ku li Amedê hate lidarxistin de ev agahî hatin dayîn; “Di 13’ê Cotmehê de di saet 11.00’an de li Amedê li dijî leşkerên qereqola Koxê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê herhem ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.”


Li Şirnexê 2 leşker mirin

Navenda Ragihandin-Çapemeniya HPG’ê der barê çalakiya li navçeya Elkê ya Şirnexê de jî got; “Di 13’ê Cotmehê de saet di 17.00’an de li navçeya Şirnexê Elkê (Bêşebab) li dijî girê Bêgokê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê êrîşeke hewan û obusan hatiye lidarxistin.”

ANF/BEHDÎNAN