HPG-NÇR têkildarê serweriya gerîlayan a li Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê jî agahî dan.
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: “9'ê cotmehê de li Bazîda Agiriyê li dijî du kozikên nobedariyê ya Qereqola Serêkaniyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Her wiha di heman rojê de li dijî Qereqola Kozik ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.”
Di daxuyaniyê de derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Colemêrgê jî wiha hat gotin; “ Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê gerîlayên me hin çalakî li dar xistine. Herweha êrîşên artêşa dagirker a Tirk jî berdewam kiriye” û ev agahî hatin dayîn: Di 10'ê Cotmehê de li dijî du karwanên leşkerî  çalakî hatine lidarxistin. Di encama van pevçûnan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin”
Her wiha li gorî daxiyaniyê 10 cotmehê li bejahiya Geverê li dijî wesayîtekî leşkerî çalakî hatiye lidarxistin. Ji 9'ê cotmehê û vir ve li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî herêma Ertûşê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi navber bi hewan û obusan tê bombekirin. 10’ê cotmehê li Dihê ya Sêrtê jî li dijî qereqola Serxetê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran ve nehatiye zelalkirin.

ANF/BEHDÎNAN