Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîlayan ji bo bibîranîna Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê gelek çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de HPG’ê ev çalakiyên li jêr û encamên wan bi raya giştî re parve kirin.


Colemêrg

13’ê Tebaxê li dijî artêşa TC ya operasyon dikir li Şemzînanê gerîlayan ji du baskan ve yekîneyek leşkerî xist kemînê û 5 leşker kuştin. Ev baskê operasyonê qedemeyekê vekişiya. HPG, li ser şerê paşê bi hêzên teqwiye dewam kirî got, “13’ê Tebaxê heta saet 14.30’an li gelek deveran şer rû da, li ser qada Gostê jî êrîşên bi obus, hewan, helîkopterên Kobra pêk hatin. 14’ê Tebaxê saet ji 12.30’an heta 13.30’an balafirên şer qada Gostê bi awayekî dijwar bombe kirin. Di şer de 10 leşker mirin, 5 gerîlayên me jî bi şerekî lehengî gihiştin şehadetê. Li vê qadê operasyon û cih bi cih şer dewam dikin.”


Şirnex

12’ê Tebaxê 2 wesayîtên zirxî yên ber bi gundê Germavê yê ser bi navçeya Şirnexê  Elkê ve diçû, bûn hedefa gerîlayan. Piştî çalakiya ku hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin, leşkeran qada çalakiyê dan ber topên hewanê û çekên A4. Li ser şerê li herêmê dewam kirî HPG got, “13’ê Tebaxê ber bi danê sibehê jî hêzên me baskekî operasyonê xistin kontrola xwe. Ev baskê ku cerdevanên eşîra Jîrkiyan pêşengî jê re dikirin, nehate hedefkirin, danê êvarî saet 19.45’an baskekî hêza operasyonê ket kemînê. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.”

Li gorî daxuyaniyê 9’ê Tebaxê, 10’ê Tebaxê, 12’ê Tebaxê, 13’ê Tebaxê û 14’ê Tebaxê, gerîlayên YJA-Starê bi çekên giran li leşkerên artêşa TC ên li derdora girê Şehîdan ê li qada Qileban a Şirnexê dan, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatiye zelalkirin.


Agirî

HPG´ê da zanîn ku li dijî eskerên Tirk ên14’ê Tebaxê li qada gundê Kulê ya navçeya Agiriyê Bazîdê kemîn datanî, gerîlayan çalakî li dar xistiye û 3 çeper rûxandine, 4 leşker jî kuştine.


Bedlîs

Gerîlayan 14’ê Tebaxê êvarê li dijî leşkerên qereqola Birîkar a navçeya Bedlîsê Tetwanê ên ber bi gir ve diçûn, çalakî li dar xist û 2 leşker kuştin.

Heman rojê gerîlayan danê êvarê rêya Tetwan-Xîzanê kontrol kir û têkîldarî pêvajoyê jî gel agahdar kir. Di vê çalakiyê de wesaîteke bi sîlehan bersiv da hişyarkirina gerîlayan jî hat gulebarankirin, lê encamên şer nehatin zelalkirin. 


 NAVENDAN NÛÇEYAN