Di êrîşa bi guleyên rastîn de yek jê ji serê xwe herî kêm 10 kes birîndar bûn. Bi dehan wesayît jî aliyê panzêran ve hatin eciqandin. Bi armanca şermezarkirina êrîşa leşkeran a li navçeya Amed Liceyê, ku di encamê de peykerê Mahsûm Korkmaz (Egîd) ê li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hat hilweşandin û ciwanê bi navê Mehdîn Taşkin hat qetilkirin, li navçeya Mûş Gimgimê çalakiyek hat lidarxistin. Li rêya bejahî ya Gimgim-Kanîreş û Erzîromê ku du roj in ji aliyê gel ve hatiye girtin, careke din destwerdaneke tund a leşkeran rû da. Leşker û polîsên ku êvara Pêncşemê di encama berxwedana gel de neçar ma xwe vekişînin, doh danê sibê saet di 04'an de bi dehan wesayîtên zirxî dor li qadê girtin û bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên rastî êrîşî girseya gel kirin. Di êrîşê de leşkeran bi taybetî lingê çalakgeran bi fîşekên bira hedef girtin. Di encama êrîşê de zêdeyî 10 kes birîndar bûn, kesekî ji serê xwe birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û hat emeliyatkirin.
GIMGIM