Çelebî bilêv kir ku kesên beşdarî çalakiyê dibin ên ku xizmên xwe winda kirine û wiha berdewam kir: "Heke bi paşerojê re hevrû nebin dê çawa makeqanûneke nû çêbikin. Heta ku bi kuştinên kiryar nediyar ên 1990'an hevrûbûnek çênebe makeqanûna nû ji bo me tiştekî îfade nake û tu wateya wê nîne.
Li Êlihê çalakî
Li cadeya Gulistanê ya Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kiryar bêne darizandin" hate lidarxistin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de wêneyên windayan hate rakirin. Rêveberê ÎHD'a Êlihê Nîhat Ekîncî axivî û got ku heta aqûbeta windayan bê ronîkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Ekîncî li dijî girtinên demên dawî û ji peywirgirtina 5 şaredar, 15 endamên meclîsa şaredariyê, 3 cîgirên şerader û endamên meclîsa giştî ya bajar û lêgerîna şaredarekî nerazîbûn nîşan da. Piştî axaftina Ekîncî 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
AMED/ÊLIH
Dayikên Şemiyê li qadê bûn
Dayikên Şemiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiya xwe ya heftane pêk anîn û çîroka Cemal Geren ê di salên 1990'an de hate revandin, vegotin. Dayîkan xwestin ku edalet cihê we bibîne.
Dayikên Şemiyê ku her hefte li navçeya Cizîrê, di nava lêgerîna edaletê dene, vê hefteyê dîsa li ber Lîseya Cizîrê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandi pêk anî". Dayikên şemiyê vê hefteyê dîsa li ber Lîseya Cizîrê kom bûn û xwestin winda bên dîtin. Endam û xizmên windayan, endamên MEYA-DER'Ê û gelek kesên din amade bûn. Dayikên ku dîsa wêneyên windayan rakirin vê hefteyê çîroka Cemal Geren ê di salên 1990'an de hate revandin pirsîn. Jinbira Cemal Geren Naîle Geren, çîroka Geren vegot û wiha got: "Cemal û Bedran ji aliyê Serbaz Cemal ve hate revandin û birin Gundê Cinibrê. Piştî ku Serbaz Cemal Cemal û Bedran revandin êdî tu agahi ji wan nehat girtin. Dayikan piştî daxuyanî da, ji bo winda bên dîtin 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.
ŞIRNEX