Li navçeyê gelek zerarên maddî çêbûn û yên herî zêde bandora şer li ser wan bûyî zarok in. Ji bo ku ji tesîrên trawmayê xwe xilas bikin, ji bo zarokan li Farqînê çalakiyên çandî û sportîf hatin organîzekirin.


Ji bo zarokên Farqînê komxebat

Navenda Jinê ya MEYA, Navenda Çandê ya Zembilfiroş û gelek Saziyên Civaka Sivîl ji bo vê yekê zend û bend badan. Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî tevlî van xebatan dibin û ev xebat dê 3 hefteyan dewam bikin. Di bernameya çalakiyan de ji aktîvîteyên sportîf heya çalakiyên hunerî, di gelek beşan de aktîvîte hene. 

Xebatên ku dê hefteyekê li taxa Tekelê dewam bikin, piştre dê li taxên Konak û Mescîdê jî bên kirin. Civaknasa Navenda Jinê ya MEYA Zeynep Şikgenç, derbarê xebatan de agahî got, bi taybetî piştî êrîşan dayîk nizanin dê çawa nêzî zarokên xwe bibin û di vî alî de ew jî dê ji bo gel bibin alîkar. 

Rêveberê Navenda Çandê ya Zembîlfiroş Sedar Baysal jî da zanîn ku ew dê ji bo zarokan xebatên muzîk û şanoyê pêk bînin û dê bi zarokan re skêçan amade bikin. 


 AMED