Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, careke din daketin kolanan.

Kurdistanî pêr saet di 15:00 de li ber firoşgeha H&M a li kolana Drottnîngatanê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” vekirin û der barê tecrîda li ser Ocalan û rewşa dawî ya li Kurdistanê de agahî dan derdorê.

Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Yekîtiya Jinên Kurd Sara hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PYD’ê hatin hildan û daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan hat kirin.

Her wiha tecrîda li ser Ocalan, li bajarê Goteborg ê Swêdê hat şermezarkirin. Çalakî li Meydana Gûstv Adolf pêk hat û zêdeyî 200 kes tevlî bûn. Serokê Partiya Keskan a Kurd Asso Karîmzand û Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Goteborgê Abdullah Devecî axivîn.

Di çalakiyê de bang li rêveberiyên Swêd û Yekîtiya Ewropayê hat kirin, ku dawî li vê bêdengiya xwe bînin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Ji tecrîdê re na” û “Ji Ocalan re azadî” qediya. 

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Ciwanên Azad li ber gara trenê ya navendî li hev civiyan û çalakiyek pêk anîn.

Kurdistanî li pişt pankarta bi nivîsa “Ji tecrîdê re na, ji Ocalan re azadî” meşiyan û xwe gihandin ber Parlamenta Eyaletê. Di dema meşê de gelek belavok hatin belavkirin û bang li Elmanyayê hat kirin ku dest ji polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan berde. Li ber avahiya parlamentê mîtîng hat ldarxistin û nûnerên Ciwanên Azad, PYD û NAV-DEM’ê axivîn. Qisekeran dan xuyakirin, ku heta tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û Ocalan azad bibe, wê Kurd li qadan bin û bang li saziyên navneteweyî jî kirin ku bikevin dewrê.

Di çalakiyê de komkujiya li Qamişlo ya hefteya bihurî rû da, hat şermezarkirin.

Li meydana Gammeltorv a paytexta Danîmarka Kopenhagenê, çalakiya konê agahdarkirinê ku ji aliyê NCDK a Danîmarka ve hat lidarxistin, piştî 3 rojan qediya.

Di dema çalakiyê de li ser şert û mercên Ocalan di nav de tê ragirtin, agahî hatin dayîn. Tevî belavkirina belavokan, li ser mijarê sînevîzyonek hat nîşandan.  


 NAVENDA NÛÇEYAN