Li bajarê Swîsreyê Baselê, li bajarên Elmanyayê Marburg û Kolnê û li bajarê Fransayê Bordeauxê, Kurdistaniyan û dostên wan, ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê û bi daxwaza dawîanîna li tecrîdê çalakî li dar xistin. Kurdistaniyan û dostên wan peyama “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin”   da.

Li Baselê ji bo balkişandina ser greva birçîbûnê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek hat kirin.

Li ser banga CDK-Baselê Kurd û dostên wan li stasyona trenê ya navendî kom bûn û pankarta ‘Li dijî tecrîda li ser Ocalan, em di grevê de ne’ û poster û alên PKK’ê hatin hildan û belavok hatin xwendin.

Li dersan û li kantînê jî

Li Marburgê jî ji bo protestokirina tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê, çalakî hebû. Meclîsa Gel a Marburgê, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û dostên wan ên Elman çalakî organîze kir. Qederê 250 çalakgerî ji Hauptbahnhofê heta Markplatzê meşiyan û berxwedêrên grevên birçîbûnê silav kir.

Li Zanîngeha Kolnê jî ji bo piştevaniya bi berxwedana li Rojava û bi çalakiya Leyla Guven re çalakiyek hate lidarxistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên Young Struggle (Berxwedana Ciwan) li Zanîngeha Kolnê ketina nava gelek holên xwendinê, û dersan.

Di çalakiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava hatin protestokirin û bal hate kişandinî ser hevkariya dewleta Elman a bi Tirkiyeyê re. Çalakgeran banga piştgiriyê ji bo Hevseroka KCD´ê Leyla Guven kir. Çalakgeran li van ders û semîner û kantîna zanîngehê pankart hilgirt û axivîn. Di çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin û pankartên li ser wan nivîsandî “Rojava biparêzin” û “Leyla Guven 82 (îro 84) roj e di greva birçîbûnê de ye” hatin hildan. Hêjayî gotinê ye ku gelek xwendekarên zanîngehê jî piştgirî da çalakgeran.

Em Kurdistanê azad bikin

Li Bordeauxê jî Kurdistanî û dostên wan li navenda bajêr meşiyan û doza bi dawîkirina tecrîdkirina Ocalan kir. Kurdistaniyan piştgiriya xwe ya bi grevên birçîbûnê re jî da zanîn. Di dema meşê de Kurdistaniyan pankarta li ser “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin” hilgirt.

 

NAVENDA NÛÇEYAN