Pêşangeha wêneyan a Havva Marta ya ‘Xwedawend’ di 8’ê nîsanê de li Gama Gallery ya Taksîmê hat vekirin. Li gel xwedawenda mîtolojiya Mezopotamyayê Înanna, wekî Kybele gelek fîgurên mîtolojîk ên jinan di pêşangehê de cih digirin û dê pêşangeh heta 6’ê gulanê vekirî bimîne. Di pêşangehê de tê dîtin ku çanda xwedawendî beriya xwedayan hebûye û ev rewş di gelek çandan de hatiye dîtin.

Rastiya ku heta niha hatibû berovajîkirin çi bû ku çand û pêşengiya jinan her dem hatibû înkarkirin û ew ji hêla hişmendiya mêrserdest ve tune dihat hesibandin. Lê rastiya li holê ew bû ku çanda dayika xwendawend beriya xwedayan heye û ya ku herî baş vê dide nîşan jî Villendorf Venus e. Ev fîgur çanda dayika xwedawend a kevnare dide nîşan. Di xebatên arkeolojîk yên li eyaleta Villendorf a Awusturyayê hatine kirin de, Venus ji axa qelandî hatiye çêkirin, tê texmînkirin ku peykerê yekem ê beriya zayînê ye û dîroka wê heta 25 hezar salan diçe.


Kybele, Înnana û Lîlîth

Xwedewenda bi navê Kybele di civaka xwezayî de bûye sembol û di gelek civakan de tê zanîn. Di gelek çandan de beramberiya Kybele heye. Kybele gelek taybetmendiyên wekî xweza, bereket û parastinê sembolîze dike.   Înanna jî di çandên Mezopotamyayê de yek ji fîgurên herî kevnar e û girîng e. Înanna hem sembola jinê, hem sembola bereketê û hem jî sembola xwezayê ye. Fîgurek e ku dişibe Kybele. Înanna têkiliyeke derveyî zewacê esas girtiye û normên civakê serobin dike. Lîlîth jî bi serhildêrî û têkoşîna xwe wek lehengeke jin a li dijî Adem derketî tê dîtin û ew bi xwe jî qanûna zewacê qebûl nake. 


 STENBOL