
Deqên ku li Kurdistanê li ser dest û rûyê pîrejin û kalemerên Kurd xuya dikirin, êdî ber bi tunebûnê ve ye. Wênekêş Mûrat Yazar ji bo vê çanda qedîm nemir bike, wêneyên wan dikişîne û ew ê di demên pêş de pirtûka wêneyan a deqan çap bike.
Çanda deqan, bi hezaran sal e li gelek parzemînên cîhanê, bi wateyên cuda cuda dewam dike. Di hin civakan de deq, ji bo parastina ji nexweşî û giyanên nebaş tê çêkirin, di hin civakan de jî wekî nîşaneya xizanî yan jî feqîriyê tê dîtin. Ji bo jinan wek nîşaneya bedewbûnê, ji bo mêran jî wek nîşana hêzê deq li laşan tê xêzkirin. Hin caran deq, dibe nîşaneya koletiyê jî. Li Kurdistanê jî bi taybetî çanda deqê, di rastiya jinê de hîn pêşketî ye. Her çiqas piştî îslamiyetê deqçêkirin wek guneh bê dîtin jî bi taybet jin, civaka Kurd dev ji vê çandê berneda ye û heta îro jî berdewam dike. Di serî de li bajarên wek Mêrdîn, Riha û Amedê li gelek bajarên Kurdistanê di serî de ji bo bedewbûnê, wekî îfadeya gelek tiştan deq li laşan tê neqişkirin. Şikle stêrkê, rojê, çûk, dar û gelek sembolan, di serî de li lêv, çeng, sing, alûşk, ling û tilî, li hemû laş tê deqandin.
Her deqek çîrokek e
Di deqan de her şikil xwedî wateyeke cuda ye. Mînak, di deqê de şikle çav ji nezerê diparêze, xezal ji bo jina zewacindî şans tîne, şikla rojê ku li ser dest tê çekirin, ji bo tenduristiyê ye, heyv ji bo xweşikbûnê, stêrk ji bo enerjiya erênî tê çêkirin. Bajarê Riha jî, ku yek ji bajarên Kurdistanê ye ku çanda deqan xurt e. Deqên ku berê zêde li ser rû û laşên mirovan dihatin neqişandin, êdî wekî berê nayên çêkirin. Fîgur û sembolên tên çêkirin jî ji çand û dîroka civakê dûr e. Wênekêşê rihayî Mûrat Yazar bi armanca vê çanda dîrokî nemir bike wêneyan dikişîne û dike arşîv. Wênekêş Yazar, têkildarî deqan anî ziman ku, ji ber deq di ola îslamê de guneh e, gelek kesên deq li ser bedena xwe neqişandine poşman bûne û ketine nava jêbirina van deqan. Yazar diyar kir ku, êdî wekî berê kes li ser bedena xwe deqan naneqişîne û got: “Deqên hene jî tenê li ser bedena kal û pîran maye. Ev kal û pîr bimirin êdî dê bi wan re deq jî bimirin. Ez dixwazim bi wêneyan vê dîrokê nemir bikim û qeyd bikim.”
Min dîroka wan mereq kir
Yazar anî ziman ku, wêjeya li ser deqan bi devkî heta îro hatiye û wiha peyivî: “Çanda deqan herî zêde li bajarên Kurdistanê yên wekî Riha û Mêrdînê heye. Ez ji Rihayê me. Deqên li ser rû, dest û bedena kal û pîran bala min kişand. Min dîroka wan mereq kir. Lê dîroka wan a nivîskî tuneye. Tenê hinek çîrokên wan ji kesên ku li ser laşê wan deq heyî fêr bûne. Dîroka wan heta hezaran salî diçe. Çanda baweriyên olên kevn e. Bi taybet di çand û baweriya Zerdeştiyê û Ezîdiyan de tê dîtin. Lewma li ser laşê gelek kesan roj heye. Li ser laşê kesên çiyayî dûpişk yan jî mar heye ji bo ew lawir wan gez nekin. Yan jî ji bo serê wan neêşe xal çêkirine. Dîsa çîrokek ku di dema kevin de lêva jinek kole ji aliyê zilamekî ve hatiye gez kirin û reş bûye, piştî wê ji bo protestokirinê gelek jinan lêvên xwe reş kirine û ev jî yekem tevgera femînîst bi kar aniye.”
Çêkirina deqan
Yazar tekildarî dîroka deqan wiha axivî: “Di temenê 10-15 salî de tên çêkirin. Bi taybet li ser laşê jinan tê çêkirin. Laş bi derzî tê kunkirin heta ku xwîn jê tê. Pişt re şîrê dayîka keçan û teniya agir tevlîhev dikin û li cihê ku xwîn jê tê didin. Şîrê dayîka zaroka keç tê wateya bereketê. Piştî ku teniya agir û şîr tevlî xwînê dibe, cihê birînî reng dide. Gelek kesên ku min wêneyê wan kişandin poşman in ku deq çêkirine. Hewil didin ku bi lîmona toz û şekir ji çermê xwe paqij bikin. Ji xwe îro wekî berê nayê çêkirin. Ez dixwazim bi wêneyan vê dîrokê nemir bikim û qeyd bikim.”
Civakê xweştir nas dikim
Yazar herî dawî wiha got: “Ez dîroka jiyana mirovan û şêweya jiyana wan fêr dibim. Civakê nas dikim. Ez naxwazim tenê tiştên tên jiyîn bibînim û bibim şahid, dixwazim wan qeyd bikim. Min di sala 2007’an de dest bi wêne kişandinê kir. Ji bo ku kesek alîkariya min bike nebû, min bi xwe xwe pêş xist. Ez li Stenbolê bi wênekêşan re xebitîm. Di 2008’an de min li Parîsê û pişt re jî li Berlînê pêşangeh vekir. Yek ji mijarên pêşengeha min deq bûn. Ez ê pirtûka wêneyan a deqan çap bikim”
BERÎTAN ÎRLAN / RIHA / DÎHABER