Her ku em ber bi roja hilbijartinê ve diçin, rewş jî hê zelal dibe. Dîmen li ber çavên me vedibe û careke din diyar dibe ku nijadperestên Tirk nikarin tevî me jiyaneke hevpar bijîn. Çi ku newêrin wekheviyê qebûl bikin. Wekhevî ji bo wan cileke fireh e, ew cil jî li çar dorê bi derzî ye, ew derzî jî her tim ji cana wan re diçe. Wekhevî rewşeke biyanî, çandeke xerîb e ji wan re. Ji wan re nabe wekhevî, çi ku li mêjî ya wan tişteke bi vî rengî nepijiyaye. Tama wekheviyê tu car tam nekirine, dawiya dawî wekhevî nîn e ji bo wan.
Ji ber vê yekê di nav xwe de jî wekhevî wek çandek ava nebûye, negihîştiye, bêhn nedaye, nebiriqiye, li şeva wan ronî nekiriye, xweşikahiya wekheviyê tu car nejîyane. Di nav xwe de jî ji hevdu re hov in. Li malbatê, li bazarê, li kolan û kûçeyan, li cemaet û li civakê sekneke wekheviyê nebiriqiye heya niha. Di nav hev de jî jiyan bi şêweyeke hêrdarî tê jiyîn. Ew ne tene dijminê wekheviyê, dijminê xweşjiyanê ne. Kîn û hês, şêwaza rojane jiyanê wan bixwe ye. Ya ku ez dibêjim ne mubalaxa ye, ne wêje ye, ne edebiyat û ne coşbûn e. Çi ku ji zaroktî bigirin heta ciwantiyê jiyana min di nav wan de derbas bû. Min bixwe ev rewşê jiyam.
Em şaş lê nenêrin, ya ku em qal dikin, ango wekhevî, daxwaziya tevgera azadiyê ye; çi ku ji bo wekheviyê tevgera azadiyê êşiyaye, ked daye û derd kişandiye. Xwedî derd e tevgera azadiyê, derdê wekheviyê di pişta tevgerê de bar e, ji bo wê şer kiriye, tî û birçî maye, li ser çiya qefiliye, teviziye, di germahiyê de şewitiye. Di bin zext û îşkenceyan de ber xwe daye, tamîş daye, bi îradeyeke kevir, lê her tim bi biryar, bi aramî têkoşiyaye. Zilm û zordarî dîtiye, neyartî jiyaye, bi serb û sebr meşiyaye. Birîndar bûye, şêhîd ketiye, tu car pêyveke reş venegotiye, reş nekiriye, kotîtî nexwestiye ji bo dijminên xwe jî. Li ser hişmendiyê sekiniye, têgihîştiye ku dijmin bizat hişmendi bixwe ye. Wek bi sekneke arîfane di nav hewldanekî de xwîdana xwe rijandiye.
Her wiha Erzirom ji bo tekoşînê, ciheke taybet, di qada zehmetiyê de jî şarê herî dijwar e, ku di dîroka şoreşa Kurdistanê de berdelên herî giran li Erziromê hatiye dayîn. Belê rast e, li Botanê şerên gelek dijwar qewimîn, li Başûr her wisa, lê li Erziromê ji wan hemûyan dijwartir bû şer, çi ku li Erziromê şer meşandin ne wekî cihên din e. Însanên nezan, beredayî, însanên fêhmkor, însanên ku di dîroka xwe de tu nîşaneyên mirovahiyê re tekildar nebûne; hemû ew faşîstan li Erziromê kom bûne. Erzirom di vî qadî de xezîne ya faşîstiyê, derya ya nijadperestiyê ye.
Lê dewsa van yekan, dîsa jî ez dikarim bêjim ez bi bawer im, şoreşa Kurdistanê her ku bandora xwe radigihîne her quncikekî, her kolanekî, her malekî, ewên faşist ku ji komkujiya Ermeniyan bigirin heta îro mohra kujertiyê li ser sînga xwe guhestine, ewana jî gav bi gav dê ji ava mirovahiyê vexwin û çanda xwe ya hovitiyê berdin. Çi ku ew çanda hov li Erziromê çiqasî bihêz be jî, şoreşa Kurdistan jî ewqasî xwedî hêzeke mezin, xwedî naverokeke kûr, xurt û bêhempa ye.