Meryem Tuncer a 40 salî got, di temenê biçûk de wê çanda dengbêjiyê nas kiriye û li herêma ku feodalî serdest bû, jinan êş, kêf û evîna xwe bi dengê xwe tevî ku qedexe bû, îfade kir. Meryem Tuncer weha peyivî: “Jinê nekarî stranan bibêje. Ew wek karê mêr dihat dîtin. Jinên dengbêj wê demê zêde bûn. Lê ji ber şerm û qedexe bû, me xwe nedidît. Çanda dengbêjiyê jixwe bi jinan vejiyabû. Ew wek karê mêran hat dîtin.”


‘Jin ji çanda xwe dûr hatin xistin’

Meryem Tuncer da zanîn ku çûyîna jinan a dîwanê şerm dihat dîtin û jinan li ber dergûşa xwe û zozanan klamên xwe digotin û weha dewam kir: “Jin ji çanda xwe dûr hatin xistin. Me jî li cihên bêdeng stranên xwe gotin. Jinan li cihên mêr tinebûn dengê xwe nîşan dida. Ez evîndarê dengbêjiyê bûm. Şevên zivistanê şevbuhêrk hebûn. Lê li ser me zext hebûn.”

Meryem Tuncerê got, di temenê biçûk de hatiye zewicandin, wê ji bo çanda dengbêjiyê gelekî li ber xwe daye, heta îro aniye û xwest ji bo dengbêjî neyê jibîrkirin, ciwan xebatê bimeşînin. 


 WAN