
SUNA ALAN / LONDRA
Li paytexta Portekêzê Lîzbonê di navbera 7-8´ê Mijdarê de cara yekem wê Festîvala Film û Çanda Kurdî bê organîzekirin.
Şêwekar û wênegir Îlyas Kirkan xwediyê fikr e û gelekî keda wî di ber amadekariyên festîvalê de çêbûye. Ew dibêje, wan festîval diyarî dayikên Kurd kiriye.
Kirkan di dema amadekariyan de ji bo ku sûdê ji tecrûbeyên wî bigire bi filmçêkerê Kurd Mehmet Aksoy re jî peyivî bû, û piştî şehadeta wî niha biryardartir e ku vê festîvalê serketî bi rê ve bibe. Kirkan ê ku serdana Londonê kir ji me re behsa xwe û festîvalê kir.
Îlyas Kirkan ji navçeya Konyayê Cihanbeylî ye, 6 saliya xwe çûye Danîmarkayê û heta bi tewakirina xwendina xwe ya zanîngehê jî li wir jiyaye. Piştî ku ji bo perwerdeya masterê çû Londonê û deh salan li wir ma, berê xwe dide Lîzbonê. Şêwekar û wênegir Kirkan dibêje, ‘’Li Lîzbonê ji ber ku kêm Kurdistanî hene, beriya niha ti xebateke zêde ya elaqedarî çand û hunerê Kurd bi rê ve neçûye. Ji ber vê, ji bo ku bibe ya yekê, ez fikirîm ku festîvala film û çanda Kurd organîze bikim.”
Kirkan, piştî ku bi Mehmet Aksoy re dipeyive, li Lîzbonê bi şêwekar, nivîskar, rexnegir, muzîkjen û sînemavanên navdar ên Portekîzî re rûdine.
Di encamê de destekê bi dest dixe û 7 -8´ê Mijdarê wê festîval li dar keve. Kirkan got, ev çalakî wê bibe destpêka çalakiya sereke ya di navbera 22-26´ê Adara 2018´an de. Di çarçoveyta festîvalê de filmên “Strana Dayika min” û „Reşeba bên nîşandan û tevî Koma Zelal, ez bi xwe jî muzîka xwe pêşkêş dikim.