Armanca çalakiyan ew bû ku çanda Kurdî bi gelên Skandînavî bidin nasîn û di navbera gelan de pira çandî ava bikin. Di vê çarçoveyê de li Baselê 3’yemîn Rojên Çanda Kurdan û li St Gallenê 4’emîn Hefteya Çanda Kurdan bi çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.  Di çarçoveya rojên çandê de ji panelan bigire heta semîneran, ji şanoyê bigire heta sînemayê û konseran gelek çalakî hatin lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyan de li Baselê herî dawî lîstika şanoyê ya bi navê ‚Dîsko 5’Nolu’yê ku lîstikvanên Destar Teatreyê amade kirine, derket ser dikê û çalakiyên nasandina çanda Kurdan a îsal bi dawî bûn. Lîstika navborî ji aliyê koma şanoyê ve diyariyê yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz ku li paytexta Fransa Parîsê tevli nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û yek ji aktîvîstên tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hat qetilkirin, hat kirin.
Çalakiyên ku di pêşengiya Navenda Çanda Medê ya Baselê hatin lidaxistin li salona şanoyê ya Arlecchinoyê bi pêşandan lîstika ‚Dîsko 5’Nolu’ bi dawî bû. Lîstik ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyeke baş hat. Lîstik 8’ê adarê li  Şanoya Muzîkê ya Albertslund – Kobenhavna  Danîmarkayê, 9’ê adarê li Strandgardskolen – Kobenhavna Danîmarkayê û  13-14’ê adarê li Folkets Hus Hallundaya Stockholma Swîsreyê dê derkeve ser dikê.
Lîstik behsa îşkenceyên ku li Zindana Amedê pêk hat, dike. Di lîstikê de em li bîranîna berxwedêr û îşkencekaran temaşe dikin. Lîstika ku bi hevpeyvînên bi berxwedêrên di wan deman de li Zindana Amedê rastî îşkenceyan hatine hatiyey nivîsandin li Baselê jî bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin.

BASEL/ ST GALLEN