Muzeya ku hemû alav û amûrên çanda Kurdan ku piraniya wan ber bi windabûnê ve diçe bi peyvir û mîsyona wan yek bi yek hatiye tomarkirin û di caman de tên parastin.
Li Duhokê ku berhemên çandê hêdî hêdî ber bi windabûnê ve diçin, Muzeya Folklorî ya Bajar ku ji aliye walîtiya Bajar ve di sala 1998'an de hatiye avakirin, sal bi sal berhem û amûrê çanda kudan li xwe dike mevan û parazvaniya dîrok û çanda Kurdan dike. Muzeya ku heta niha 1700 berhem kom kiriye.
Midûrê Muzeyê Rifhat Recep, diyar kir ku 14 salin muze ava kirine û niha 1700 cureyên ku çanda Kurdan sembol dike diparêzin. Recep, da zanîn ku ji ber cihê wan biçûk e bi qasî van alav û amûran di depoyê de tên hiştin û difikirin ku di pêşerojê de avahiyek hêj mezintir û baştir çêkin. Recep, da zanîn ku komkirin û tomarkirina alav û amûrên çandê berdewam dikin û wiha got: "Armanca me ewe ku em çanda xwe û kevpeşopiya gelê Kurd biparêzin. Ji ber ku her bajarvanî pêş dikeve alav û amûrên ku çanda Kurdan zindî dike tune dibe. Bi tunebûna alav û amûran re çanda Kurdan jî tune dibe."

Jiyanakê komînal
Midûrê Muzeyê Rifhat Recep da zanîn ku Kurd xwedî çandeke pir dewlemendin û ev dewlemendiya çanda wan xwe di alav û amûran de dide der. Recep, destnişan kir ku her alav û amûrek çîrokek wê heye û xwedî xweseriyek e. Recep, da zanîn ku ev alavên ku niha winda dibin bi xwe re çand û ziman jî winda dikin û ew bi vê muzeyê hem ziman diparêzin û hem jî çandê diparêzin.
Recep, destnişan kir ev alav û amûr hemû sembola civakbûn û jiyana komînal in û wiha got: "Li vir mîrkut û çurn heye. Dema dan di curn de tê kutan jin li dor kom dibin û stranan dibêjin. Dema genim di destar de tê hêran stran û metalok tên gotin. Ev yek piştevanî û şewirmendiya Kurdan pêş dixe. Disa karê paletî, bêrîvanî û çotkariyê bi heman rengî karê civakî û jiyana komînal in. Di çanda Kurdan de jî xwuya dibe ku gelê Kurd her tim di nava jiyanek komînal û tifaq de dijîn. "

DÎHA/DUHOK