Muzîsyenê Asûrî Yûsif Îşo ku bi riya muzîka xwe çanda xwe ya resen diparêze, heta niha muzîka 300 stran çêkirine û 8 pirtûk derxistine. Her wiha hunermend li ser berxwedana Kobanê û li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî stran çêkirine. 

Yûsif Îşo di sala 1958’an de li bajarê Til Temir ji dayîk bûye. Piştî ku dibistana xwe ya amadehî bi dawî dike li Peymangeha muzîkê ya Şamê dixwîne. Peymangeha xwe di sala 1978’an de bi dawî dike. Sê zarokên wî hene û kurê wî yê mezin Ferîd Derb jî mîna bavê xwe bi çand û hunerê re mijûl e û wî jî peymangeha muzîkê xwendiye. Ferîd Derb piştî ku aloziya Sûriyeyê dest pê kir neçar ma koçî Ewrûpayê bike.  


Dengê xwe wenda dike

Mûzîsyen Îşo di sala 2011’an de bi nexweşiya penceşêra qirikê dikeve. Ew neçar dimîne ku qirika xwe emeliyat bike, piştî wê têlên dengê wî zerar dibînin û dengê xwe wenda dike. Êdî dengê wî gelekî kêm dibe, niha neçar dimîne ku merêma xwe binîvîsîne. Mûzîsyen Îşo heta niha muzîka zêdetirî 300 awazan çêkiriye û 8 pirtûkên muzîkê çap kirine.


Êşa gelê xwe tîne ziman

Îşo tevlî gelek mîhrîcanên ku li ser asta Sûriyeyê çêbûne dibe. Di wan mîhrîcanan de bi riya muzîkên xwe yên bi xwe çêkirine êşa gelê xwe aniye ziman. Li bajêr studyoya wî ya bi navê ’Atra’ heye û roja xwe hemû di nava alavên muzîkê de derbas dike. Fikar û hestên xwe dike muzîk û li ser CD yê qeyd dike. Her wiha grûpeke ATRA ya folklorên Asûrî ya ku salên notî hatiye avakirin, perwerde dike.


Wê hunera Kurdî gelekî pêş bikeve

Îşo ji bo asta hunerî ya Asûrî dibêje ku ew koça gelê Asûrî gelekî bandor li ser asta pêşketina hunera wan dike û li pêşiya pêşketina wan dibe asteng. Lê Îşo dîse asta hunera Asûrî baş dibîne. Îşo der barê hunera gelê Kurd de jî ev nirxandin kir: ”Gelê Kurd gelekî girîngî didin hunerê. Ew gelekî çiyayî ne. Eger rewşa Rojava Sûriyeyê aram bibe wê hunera Kurdî gelekî pêş bikeve.”


Çanda Kurd û Asuriyan nêzî hev in

Muzîsyen Îşo ku girîngî dide kevneşopiya Asûriyan wiha peyivî: “Nifşên nû yê gelê Asûrî kevneşopî û çanda xwe nas nakin. Gelê herêmê hemû wisa ne ji çand û kevneşopiyên xwe dûr ketine. Tenê munasebetên wan ên netewî mane weke dîtir tu agahiyên wan li ser dîroka wan nîne. Ji ber vê yekê ez bi riya çanda xwe tedbîra paşerojê digirim û dixwazim bi riya muzîkê kevneşopiyên gelê Asûrî ji nû ve vejînim.” Îşo di berdewamiya gotinên xwe de got ku têkiliya di navbera gelê Asurî û Kurd gelekî kevin e û wiha pê de çû: “Asûrî û Kurd bi sedê salan e li ser xaka Mezopotamyayê bi hev re dijîn. Her du netew jî nêzî hev in. Lê belê her netew jî ji ber polîtîkayên rejîmê yên helandinê rastî komkujiya çandî ya dewletên dagirker hatin. Lê belê her du netewe jî têk neçûn û bi çanda xwe ve girêdayî man.”


Dev ji welatê xwe berneda

Her tim derfeta Îşo hebû ku biçe derveyî welat. Gelekî zor û zehmetî jî jiyane lê belê ew berê xwe nade koçberiyê û dev ji welatê xwe bernade. Îşo bi wê nexweşiya xwe ya giran û hemû mercên şoreşê derbas kirine û berê xwe nedaye koçberiyê.


Li ser Kobanê muzîk çêkiriye

Berxwedana Kobanê gelekî bandor li ser Îşo dike û hestên xwe yên li beramberî berxwedana Kobanê dike muzîk. Îşo got ku wî muzîk li ser berxwedana Kobanê çêkiriye û diyarî berxwedana gelê Kurd dike. Îşo di vê dema dawî de jî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muzîkekê çêdike. Ew bi fikir û ramanê Ocalan bandor bûye û dixwaze ku di demeke herî nêz de azad bibe.


DILSOZ DILDAR / ANHA / TIL TEMIR