Şagirtên destpêkê yên ji Akademiya Çandê ya Şehîd Yekta Herekol ku yekemîn akademiya çand û hunerê ya li Rojava ye, piştî perwerdeya salekê mezûn bûn. 

Yekemîn Akademiya Çand û Hunerê ya Rojava, ku li ser navê Şanoger Erdogan Kahraman (Yekta Herekol) hatibû vekirin, pêr 42 şagirt mezûn kir.

Li akademiyê 3 mehan dersa zimanê Kurdî, 3 mehan dersên hunerê ji aliyê teorî ve, 3 mehan jî ji aliyê pratîkî ve şagirt ders dîtin.


’Me xewnên Ocalan û Ş. Yekta bi cih anîn’

Rêveber û şagirtên akademiyê, qala armanc û asta perwerdeyê ya li akademiyê kirin.

Jîn Elî Mensûr ku yek ji rêveberên akademiyê ye û di vê dewreyê de şagirta beşa muzîkê bû, da xuyakirin ku bi avabûna akademiyê re wan xewn û xeyalên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şanoger Yekta Herekol ên ji bo avakirina akademiya çandê bi cih anîne. Mensûr diyar kir, li akademiyê dersên bîrdozî jî hebûn, lê bi giranî wan dersên hunerê dîtine.


Dewlemendiya Rojava derxist holê

Mensûr got, “Ev dersên hunerê hem ji aliyê teorî hem jî ji aliyê pratîkî ve hatin dîtin. Her wiha dersên hevpar hebûn, ku hemû beşên huner, dîrok, dersa ziman û dîroka Kurdistanê bi hev re dîtin. Lê di heman demê de her beşê li gorî bernameya xwe ya dersê perwerde dîtin. Di nava dersên hevpar de bi taybetî dersa li ser Dîroka Kurdistanê ji bo me gelekî girîng bû. Ji ber ku me dersên dîrokê yên rejîmê dîtibûn. Her wiha tevlîbûna hevalan ji her kantonê, ji her bajaran li vê perwerdeyê, dewlemendiya Rojava derxist holê. Di bernameya dersê ya her beşê de dersên girîng hebûn. Li akademiyê me 3 mehan dersa zimanê Kurdî, 3 mehan dersên hunerê ji aliyê teorî ve, 3 mehan jî ji aliyê pratîkî ve ev ders dîtin. Mînak; hin ji şagirtên hatin akademiyê di destpêkê de xwendin û nivîsandina bi Latînî nizanîbûn. Li vê akademiyê ji bo 3 mehan dersa ziman dîtin û niha tezên xwe bi Kurdî amade kirin. Gihîştin wê astê ku karibin berhemên xwe bi Kurdî amade bikin.”


’Me berhem afirandin’

Mensûr da zanîn, ku di dersên pratîkê de wan gelek berhem amade kirine û di vî der barî de wiha peyivî: “Beşa sînemayê bi qasî 12 fîlmên kurt amade kirin. 5 dokûmanter hat amadekirin. Beşa govendê karê xwe bi rêxistin kir. Festîvaleke govendê hat lidarxistin. Bi navê 19’ê Tîrmehê projeyek hat amadekirin. Wekî din 5 pêşangehên wêneyan hat organîzekirin. 5 lîstikên şano hatin amadekirin û 2 ji wan hatin lîstin. Ji bilî vî karê hevpar, her kesî xebateke şexsî jî meşand. Her kesî ji xwe re tezek hilbijart. Li ser govendê, deng û gelek mijarên din lêkolîn hatin kirin û proje hatin pêşkêşkirin.

Dewreya me ya destpêkê bû. Dibe ku kêmasî hebûn. Lê belê bi van derfetên kêm, karekî girîng hat kirin. Hewldanên berfireh ên mamosteyan hebûn. Vê yekê jî encamên serketî bi xwe re anîn. Di nava salekê de me hem perwerde dîtin, hem jî pratîk kirin. Me berhem afirandin û ev yek nîşan dan. Hevalên ji vir mezûn bûne wê li herêmên cuda bixebitin. Yên ji beşa sînemayê mezûn bûne wê li Saziya Sînemayê ya Rojava bixebitin. Beşek ji hevalên me jî wê li vir bimînin û weke mamosteyan dewam bikin. Yanî ev akademî jî wê dewam bike, lê tiştên em li vir hîn bûne, em ê bigihînin civakê. Em ê bi rola xwe ya di nava şoreşê de rabin.”


’Em ê çanda xwe ji nû ve zindî bikin’ 

Şagirtê beşa govendê Zana Mûsa jî li ser armanca xwe ya tevlîbûna perwerdeya li akademiyê wiha axivî: “Em dixwazin govend û çanda Kurdan a bi bandora serdestan bi windabûnê re rû bi rû ye, ji nû ve zindî bikin.” Mûsa diyar kir, ku ji Ewrûpa, Bakur û Rojavayê Kurdistanê gelek mamosteyên Akademiya Yekta Herekol hene û wiha pê de çû: “Li vê akademiyê, ji aliyê dersên govendê ve me bi giranî perwerdeya govenda herêma Bakurê Kurdistanê dîtin. Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê çanda govendê hatiye windakirin. Lê belê li ser govenda li Rojava lêgerîn û lêkolînên me çêbûn. Em dixwazin govendê bi rengekî zanistî binirxînin û wê hînî zarokên xwe bikin. Wekî din kincên me yên neteweyî jî dane ji bîrkirin. Ev jî di nava govendê de cih digirin. Em ê van ji nû ve derxînin holê. Ji ber ku Kurd bi çanda, kinc û govenda xwe tên naskirin.”


’Me xwest wêneyên Kurdan derxînin holê’

Bawerîn Sîno a ji Kantona Efrînê tevlî perwerdeyê bû, di beşa wêneyan de perwerde dît derbarê Akedemiyê de wiha fikrên xwe anî ziman: “Di nava saleke perwerdeyê de me xewn û xeyalên xwe bi cih anîn. Me li vê derê ruhê hunerê derxistin holê. Çand û huner bingeha civakê ye. Li akademiyê em bi vê hişmendiyê xebitin. Ez bi xwe di beşa wêneyan de bûm. Li ser wênevaniyê lêkolînên me çêbûn. Hin kêmasiyên me hebûn. Lê belê me bi dilxwazî lêkolîn kirin. Me xwest wêneyên Kurdan derxînin holê û bingeha vê hunerê li Rojava ava bikin.”


BÊRÎTAN SARYA / ANF / TIRBÊSPIYÊ