
Erem KANSOY
Li bereya Reqayê li mekanekî ku ji bo alîkariya destpêkê ya tenduristiyê lê tê kirin, Candayek heye, ew xebatkareke tenduristiyê ye û her roj dibe derman ji bo bi sedan şervan û sivîlî.
Di pêşvajoya şoreşa Rojava de, nexasim jî di demên şer û êrîşan de hin qehreman hebûn li bereyan û pişt bereyan ku raya giştî kêm bala xwe da ser wan. Hinek ji wan jî xebatkarên tenduristiyê ne ku li bereya pêş bi hewara birîndaran ve diçin. Yek ji wan jî Canda Mehmûd Reşîd e; ew bi fedakarî di her bereyê û hemleyê de cihê xwe digire.
Hema hema her roj ew alîkariya lezgîn a destpêkê di de şervanên birîndar, kontrolên destpêkê yên sivîlên kom bi kom tên rizgarkirin, dike. Ew di cih de heger divê mudaxeleyeke tibî pêwîst be dike. Tevî doktofê hekîm ê bereyê Heval Akîf, ew hewl dide birînên şerekî bipêçe.
Ji destpêka Şoreşa Rojava de, Canda ya 26 salî di gelek hemleyan de cihê xwe girt. Ew ji birînên şervanan re jî û serêş û araha diranên wan re jî bû derman. Beriya ku biçe bereyê bi destgirtiyê xwe re dipeiyive, destgirtiyê wê naxwaze Canda biçe bereyê. Lê piştî bi salekê ew tevlî nav refên YPG´ê dibe û di dema hemleyekê de di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dide; pê re jî ev bûyer dibe şopa jiyanê ya herî xedar ku wê li ser bîra wê her reşnivîsî bimîne.
Piştî bi dehan hemleyên YPG û QSD´ê, Canda ya xwîşka 4 birayan niha jî ji bo hilanîna tola 2 ap û metikeke xwe ya şehîd, li bereya Reqayê ye.
Te li ku xwendiye, li ku weke hemşîre te dest bi kar kir?
Piştî lîseyê, beşê hemşîretiyê ji min re derket. Em li şamê bûm. Min salekê xwend, piştre ji ber şer û şoreşa rojava, min nekarî ji ber rejîmê bixwînin. Piştî wê hesabê şeş mehan min li nexweşxaneya Muwesade ya li Şamê kar kir. Piştî ku şoreşê li Şamê jî dest pê kir, rewş ne xweş bû, em çûn Dêrikê û min dest bi kar kir li nexweşxaneya Dêrikê, û ev çar sal in ez lê kar dikim.
Di şerê hevalan û rejîmê de li Qamişlo ez hazir bûm, di şerê Til Hemîs de jî ez hazir bûm, ez çûme Til Hemîs. Di hemla Xezeba Firatê de ji destpêkê ve ango ev 9 meh in ez tê de me. Tenê ez carinan şuxlê 5 rojan diçim malê isrehetê û têm. Û çi hemleya nêzî me çêbûyî, weke Til Koçer û Rimêlan, min tê de cih girtiye.
Tişta herî xirab û herî xweş a ku ji bîra te naçe, çi ye?
Ez bi dergistî bûm. Di hemleya destpêkê de dergistiyê min nehişt ez bêm hemlê. Min dev ji hemleyê neqera. Ji ber wê jî ew jî li dûv min tevlî nav hemleyê bû. Ez naxwazim zêde behsê bikim.
Tişta xweş, me tiştên hevaltiyê fêm kirin. Ez li cem hevalên jin gelekî mame. Li wir bi wan re min ruhê hevaltiyê nas kir. Me gelekî hez ji hev kir. Tişta herî nexweş ew e ku mirov hez ji hev dike, fêrî hev dibe, û ji cem mirovî diçûn û şehîd dibûn.
Ya xweş, jiyana hevalan bû. Carinan min nedixwest biçim malê.
Weke jinekê Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, tu parçeyekî vê şoreşê yî, hestên te çi ne?
Ez hêvî dikim ku Şoreşa Rojava bi ser keve. Hemleya Reqa serketî bi dawî bibe, dawî li şehadeta bê û paşê înşaela ez ê tevlî hemleya bakur bibim.
Hîna ez nebûm, malbata min, bavê min Apocî bû. Êdî apên min metika min şehîd bûne. Niha birayê min jî tevlî hemleya Reqayê bûye. Ji bo ku xwîna wan li erdê nemîne, ez jî tiştekî dikim, ez tevlî vê hemleyê bûme.
Tişta ku herî zêde zor û zext li te kirî di hemleya Reqayê de çi bû?
Derman kêm in. Dermanên me têra tiştekî nakin. Rê nexweş e. rê dûr e. Heta birîndar digihêjin Hesekê şehîd dibin. Lê nexasim derman kêm in.
Lê heval cesaretê didin me, birayên me, şehîdên me. Em van birîndaran dibînin, ew ruhê xwe feda dikin, hingê em jî dixwazin wan xilas bikin. Ev daxwaz cesaretê didde me.
Li nava bajêr a cudatî ew e ku li gundan şehadet çênedibûn, kêm çê dibûn. Lê li nava bajêr bi mayinan şehadet çêdibin.
Weke jineke tevlî hemleya Reqayê bûyî, maneya azadkirina Reqayê çi ye, hem weke jinekê û hem jî weke hemşîreyekê?
Azadkirina Reqa, azadkirina jinên Reqayê ye. Li Reqa jin û zarok kole ne. Zext li wan dibe. Tevahiya kar û kedê li ser wan e. Ti mafê wan nîne. Ew kole ne di nava malê de cilê wan bişon, xwairina wan çêkin. Jin û zarok li Reqayê gelekî mezlûm in.
Tu sivîlan jî dibînî, wan derman dikî, tişta herî zêde bala te kişandî, tesîr li te kirî di vî warî de çi ye?
Beriya bi du rojan, sivîl hatin, em çûn cem wan, me ew derman kirin, piştî dermankirinê jinek hebû, wê jinê bi destê min girt û behsa zarokên xwe kir. Wê digot, çeteyan zarokên min kuştin. Li pêş çavên min goştê wan heliya, hestî tenê man. Vê gelek êş da canê min. Çawa dayikek bibîne zarokên wê tên kuştin û li ber çavên wê dihelin; û nikare ji bo wan tiştekî bike.
Awirên dinayayê li bereya Reqayê ne, tu dixwazî çi ji wan re bibêjî?
Alîkariyekê bikin, yeke baş. Derman hem ji bo sivîlan û hem jî ji bo şervanan lazim in. Cilûberg û erzaq lazim in, ji ber ku gelek penaber hene di kampan de ne, bê pêlav in, bê gore ne zivistanan. Di vî warî de alîkarî bikirina û di warê dermanan de jî ji bo şervan û sivîlan wê gelek baş bûya.