LÎNA CANGÎR / ANHA / QAMIŞLO


Ji dehan salan ve, cara yekem e ku zarokên Til Koçerê ji bo biratî, aştî û jiyana hevbeş, stran gotin. Di vê çarçoveyê de bi hev re stranên bi Erebî gotin, bi zimanê dayikê şano pêkêş kirin û bi hev re ji bo aştî û azadiyê goveng gerandin.

Di demekê de ku azadî, aramî û ruhê biratiyê û jiyana hevbeş serwer e, Navenda Çandê ya Til Koçer, bi armanca nîşandana çanda gelêrî ya şêniyên herêmê û bipêşxistina hobiyên zarokan, çavdêriyê li hejmarek komên hunerî yên zarokan dike û çalakiyan li dar dixe.

Navenda Çandê ya Til Koçer, her wiha bi armanca nîşandana hobiyên zarokan, dilxweşkirina şagirtên dibistanên seretayî û teşwîqkirina wan li ser xwendinê, ji destpêka Mijdarê ve bi durişmeya “Em li her gundî, dibistanê û taxê kenê zarokan biçînin” rêzek ji çalakî û şahiyan li hejmarek dibistanên navçeya Til Koçerê û gundên wê bi rê ve birin.


Bi çalakiyan zindîkirina çandê

Zarokên Navenda Çandê ya Til Koçerê li dibistanên bajaroka Til Koçer, dibistanên gundên Keleha El-Hadî, El-Sefa, Girê Fatê, El-Diwêm, El-Miseede, Til Elo û Elî Axa yên Til Koçerê, hunerê xwe pêşkêş kirin.

Zarokan stranên bi Erebî li ser hezkirina welêt, aştî û azadiyê gotin. Her wiha çend şano li ser babetên civakî yên têkildarî zarokan û bipêşxistina hişmendiya wan pêşkêş kirin. Komên hunerî jî govendên gelêrî ji keleporê Erebî yê şêniyên herêmê, pêşkêş kirin da ku ji nefşên bê re, were pênasekirin.

Di şahiyan de pêşbirkên çandî ji bo teşwîqkirina zarokan û pêşxistina hobiyên wan û teşwîqa ji bo xwendinê jî cih girtin.


Fêrî Kurdî jî bûne

Zarokên ku li dibistanan fêrî zimanê Kurdî bûne, bi zimanê Kurdî jî stran gotin, bi vê yekê xweşbûna jiyana hevbeş a li herêmê nîşan dan.

Çavdêrê li ser komên şanoyê yê Navenda Çandê ya Til Koçerê, Ebdulhadî Îbrahîm, diyar kir ku dirûşma “Em ken li ser rûyê zarokan biçînin” ya hemleyê ye got, armanc ew e piştî çend salên şer, ken li ser rûyê zarokan were çandin.

Îbrahîm, her wiha destnîşan kir ku hunerê zarokan perwerdeyê jî dihewîne û hezkirina welêt, paqijî, hezkirina xwendin û fêrbûnê û mijarên civakî wek rêzgirtina bav û dayîkê, nîşan dide.

Mamoste Mazin El-Ehmed, ku çavdêriya komên hunerî dike, diyar kir ku şahî û pêşkeşiyên zarokan kêfxweşî û ken di dilê zarok û şêniyan de belav kiriye.

El-Ehmed wiha peyivî: “Ev bi xwe hemleyeke mirovahiyê ye. Da ku dilxweşî û dilgeşbûn di nava şêniyên herêmê de bê belavkirin, pêdiviya me bi atmosferên wiha heye."

Zarokên bi navê Qusey El-Xidir û Bal El-Ehmed, ku endamên Navenda Çandê ya Til Koçer in, kêfxweşiya xwe ji bo hemleyê û pêşkêşkirina hunerî anîn ziman û gotin, ew di rojên betlaneyê de yan jî piştî dewama xwendinê bi dawî dibe, li kêleka xwendina xwe tevlî komên hunerî dibin.