Jinên ku ji bo projeyê serî li şaredariyê dan, bi qasî dixwazin dikarin cureyên fekî û berhenêm axê biçînin û li bazarê bifroşin.
Şaredariya BDP'î ya navçeya Çinarê bi projeya ku ji bo debarê û parastina ekolojiyê amade kir, îmze avêt xebatek nû. Şaredariya Çinarê, bi boneya bibe welatiyên xizan û bêax, projeya "Debara Çandiniyê" amade kir. Şaredariyê li navçeya ku betalî û xizanî gelek zêde ye, bi vê projeyê armanc dike ku ji bo kesên xizan û betal deriyê debarê û kar veke. Şaredarî bi vê projeya armanc dike ku li navçeyê 100 welatiyan di qada çandiniyê de bike xwedî kar û deriyê debarê li wan veke. Projeya şaredariyê herî zêde ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin hat. Karkerên jin ku di çandiniyê de xwedî kedek mezin in, dixwazin li vê projeyê xwedî derkevin.
Şaredarî di çarçoveya projeyê de dê 250-300 donim zeviya bikire û de pişt re vê zeviyê bi perçeyên 3 dolim û 5 doliman parî bi parî parve bike û li welatiyên bêax belav bike. Welatiyên bêax yên di çarçveya projeyê de bi dest xistin, li gorî daxwaz û pêdiviyên xwe heta ku dikarin, dê lê çandinî û hilberînê bikin û dikarin her cureyê çandiniyê li vê axê bikin. Di destpêkê de welatî dê pêdiviyên tov û avê bi derfetê şaredariyê bi dest bixin.

Proje dê 2012'an de têkeve meriyetê
Şaredardê Çinarê Ahmet Cengîz, diyar kir ku ew armanc dike ji bo welatiyên xizan û betal çavkaniya debarê vekin û projeye ji aliyê Qeymeqamê Çinarê Serdar Kose û Midûrê Çandiniyê Azîz Ozçelîk ve jî bi erînî hatiye dîtin. Çengîz, anî ziman ku Kose û Ozçelik heta niha bersîv nedaye teklêfa wan a 'Em bi hevre vê projeyê bimeşînin' û wiha got: "Em difikirin ku di mehên pêş de ji bo hîbeyê serî li Yekîtiya Ewropayê bidin. Projeya me dê di 2012'an de têkeve meriyetê." Bi vê projeyê tê xwestin ku welatiyên naveyê di nava xwe de piyaseya kirîn û firotinê ava bikin û xwe ji piyasa derve rizgar bikin.
Şaredariyê ku di destpêkê de armanc dikir ku welatiyên zilam û jin bi hevre bikge kar, niha biryar da ku tenê jinan di projeyê de peyvirdar bikin. Navenda Piştevaniya Jinan a Jinwar a Şaredariya Çinarê di çarçoveya projeyê de bi 400 jinan re hevdîtin pêk anî û hemû jin bi eleqeyek mezin nêzî projeyê dibin.


PINAR URAL - DÎHA/AMED