Li bajarê Almanya Leîpzîgê Hatîce Can bi nasnav Doza Jiyan, li Freîbûrgê Ozer Kunculu bi nasnav Çekdar, li Saarlandê Bahrî Gezîcî bi nasnav Saît, li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê jî Nûşîn Faris Enes bi nasnav Rûbar Beyar hatin bîranîn. Li bajarê Fransa Marsîlya û bajarê Swîsre Bîelê jî "Şehîdên Meha Gulanê" hatin bîranîn.
LEÎPZÎG: Li bajarê Almanya Leîpzîgê, ji bo şervana YPJ'ê Hatîce Can bi nasnav Doza Jiyan a di 30'ê Nîsana 2015'an de li Rojava jiyana xwe ji dest da, serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. Li merasîma ku koma ji rêveberên Komeleya Kurdistanê ya Dresdenê jî hat serdanê, bavê endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin Cûmalî Şaylemez axaftinek kir.
FREÎBÛRG: Li bajarê Almanya Freîbûrgê di şexsê gerîlayê PKK'ê Ozer Kunculu bi nasnav Çekdar, "Şehîdên Meha Gulanê" hatin bîranîn. Tevî dost û malbata Ozer Kunculu bi qasî 200 kes beşdarî bîranînê bûn. Li bîranînê mewlûd hat xwendin û deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê daxuyaniyek li vir hat xwendin û hat gotin, "Ji ber şehadetên di meha Gulanê de ev meh ji aliyê têkoşîna azadiyê ve xwedî wateyeke taybet e" û nameya sersaxiyê ya Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya ji malbata Kunculu re şandibû, hat xwendin.
SAARLAND: Li Saarlandê jî ji bo Bahrî Gezîcî bi nasnav Saît bîranînek hat organîzekirin. Tevî malbatê girseyeke qelebalix beşdarî merasîmê bû. Kekê Bahrî Gezîcî Cabbar Gezîcî li vir peyivî û got, "Şehîd Saît xwedî kesayetekî hunermend bû. Ji damezrînerên NÇM'ê bû, di heman demê de serokê wê bû." Gezîcî da xuyakirin ku birayê wî di her axaftina xwe de bal dikişand li ser girîngiya hunerê ji bo Kurdan û got, "Saît huner bi têr nedît û cihê xwe di nava têkoşînê de girt û gihîşt şehadetê. Saît bi vê sekna xwe re ji derdorê re bû mînak."
SALZBÛRG: Li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê, ji Fermandarên YPG'ê Nûşîn Faris Enes bi nasnav Rûbar Beyar ê li Serêkaniyê-Gundê Alya di pevçûna li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de bi sedan kes amade bûn. Nûnerê PYD'ê yê Awûstûryayê Dr. Sabrî axivî. Nûnera Meclîsa Jinê ya PYD'ê ya Awûstûryayê Agirî Kobanê jî got, "Şehîd Rûbar milîtanekî fedaî yê zêdeyî 20 salan ê tevgera azadiyê bû. Bi salan li qada Serokatiyê ma û bi Serok APo û hevalên xwe re gelekî dilsoz bû. Li ku derê wezîfeyeke zehmet hebûya, wî di nav de cih digirt."
MARSÎLYA: Li salona konferansê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê bi pêşengiya Ciwanên Azad û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan, merasîma bîranîna "Şehîdên Meha Gulanê" hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê endama Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan Sevgî Yavas peyivî û got, "Em di rêya şehîdên ku bi canê xwe vekirine de dimeşin. Em bi saya têkoşîna wan a bi rûmet a ji xeta baweriyê qet derneketine, hatine roja îro."
Hunermendên TEV-ÇAND'ê Cuneyet Kartal û Hakan jî di merasîmê de berhemên xwe pêşkêş kirin.
BÎEL: "Şehîdên Meha Gulanê" li bajarê Swîsre Bîelê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bîelê de gelek Kurdistanê amade bûn.Li ser navê Malbatên Şehîdan Meryem Ekîncî mafê axaftinê kir û anî ziman ku ew bi saya têkoşerên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatine van rojan.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Rûsya û Ermenîstanê bîranîn
'Şehîdên Meha Gulanê' li bajarê Rûsya Laroslavlê û paytexta Ermenîstan Êrîvanê hatin bibîr anîn.
Şehîdên Meha Gulanê' li bajarê Rûsya Laroslavlê ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hatin bîranîn. Li Gundê Kurdan ê li bajarê Yaroslavl ê Federasyona Rûsyayê, mîna her sal îsal jî bi merasîmekê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn.
Bi vê armancê, bi sedan Kurdistanî ji navçe û bajarên Moskow, Tambov, Nîjnî-Novgorid û Yaroslavlê hatin ser gora PKK'ê Tayhan (Ahmet Yildirim) û Jêhat (Remzî Akkûş) ên di sala 1999'an de bi armanca şermezarkirina radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Parlamenta Rûsyayê bedena xwe dabûn ber agir.
Di merasîma ku rêveberên gelek saziyên Kurdan û malbatên cangoriyan lê amade bûn de, nasnameya 2 gerîlayên HPG'ê yên ji Civata Dewletên Serbixwe tevlî refên PKK'ê bûn û di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, hat aşkerakirin.
Li dû axaftinan beşdarên merasîmê ji malbatên cangoriyan re sersaxî xwestin û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" dawî li merasîmê anîn.
Bi heman munasebetê li paytexta Ermenîstan Erîvanê civînek hate lidarxistin Merasîma bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' bi beşdariya malbatên cangoriyan, Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir û hejmareke zêde Kurdistaniyan li paytext Erîvanê pêk hat.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir mafê axaftinê girt û bal kişand ser girîngiya meha Gulanê ji bo gelê Kurd. Endamê Kurdistan Komîte Dawût Karasû jî da xuyakirin ku meha Gulanê meha rexnedayîna xwe û dilsoziya bi bîranîna cangoriyan re ye.
YAROSLAVL/ÊRÎVAN