Cenazeyê Erhan Çolak ê (Amed Adil) HPG'î yê ku di 28’ê Mijdarê de li Hezroyê di şer de jiyana xwe ji dest dayî, li Amedê hat definkirin.

Cenazeyê Erhan Çolakê (Amed Adil) piştî otopsiya li Nexwaşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji aliyê nûnerên MEYA-DER'ê û malbatê ve hate wergirtin û bi merasimekê li Goristana Yenîkoyê a Amedê hate definkirin. 

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, hevserok û rêveberên DBP û HDP'ê yên Amedê, nûnerên Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Piştî definkirina cenazeyê Çolak, Hevseroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle û Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek axivîn. Di axaftinan de ji malbata Çolak re sersaxî hate xwestin û hate gotin ku gelê Kurd wê têkoşîna Çolak dewam bikin. DÎHA/AMED 


El-Ellawî û Hesen hate oxirkirin

Bi Hezaran  welatiyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê û Ebûrasên cenazeyên Şervanên YPG’ê Musenne El-Ellawî (Hozan Can) ê ku di 22’yê Mijdarê de li Holê jiyana xwe ji dest da û Endamê Hêzên Asayîşê Îbrahîm Hesen ê di 28’ê Mijdarê de li Holê jiyana xwe ji dest dayî, li goristana Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê, defin kir.

Welatiyan cenazeyên cangoriyan bi al û sembolên Kurdî hilgirtin û birin Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê. Li gorsitanê ji aliyê  şervanên YPG/YPJ´ê merasîmek hate lidarxistin. Piştre li ser navê TEV-DEM’ê, Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê, li ser navê malbata Mihemed Ellawî birayê wî Mihemed Ellawî, li ser navê malbata Hesen Îbrahîm Mihemed Hesen, Hêzên Asayîşê, Êla Şerabiyan û Yekîtiya Ciwanên Rojava axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku Hêzên YPG/YPJ’ê û Hêzên Asayîşê di oxira parastina Rojava û hemû pêkhateyên wê de, têkoşîneke mezin da meşandin.

Di dawiyê de cenazeyên cangoriyan di nava duruşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re û tilîliyên dayikan de, spartin axê.  


 AMED/DIRBÊSIYÊ