Kesên rewşenbîr bi bîr û boçûnên xwe bi zêhniyeta xwe jixwe di van meseleyên yekîtiyê de xwedî hizreke neteweyî be, ne yeke partîtî. Mixabin hîna gelek rewşenbîr jî di bin bandora hizban de ne, jixwe beşdarnebûna vê meşa wek îro li vir, vê nîşan dide.

Cano ŞAKIR

Ji bo yekîtiya neteweyî 5´ê Kanûna 2019´an li bajarê Swîsreyê Lozanê Meşa Yekîtiya Neteweyî dest pê kir û heta bi Cenevê dewam kir. Doh min hevpeyvîna xwe ya bi yekî ji beşdarên meşê Şivan Perwer re li vir weşand ku digot, yekîtî êdî ferz e û nabe alî jê birevin. Îro ez ê hevpeyvîna xwe bi beşdarekî din ê meşa du rojan dewamkirî re bi we xwînerên ezîz re parve bikim. Ew jî wêjevanê navdar Pîr Rustem e, yek ji bêhtirî sed meşvanan ku di nava wan nûnerên 36 partî û rêxistinên siyasî zêdetirî sed rewşenbîr, hunermend û siyasetvanî hebûn û doza wan pêkanîna yekîtiya neteweyî bû. Min ji Pîr Rustem çend pirsên xwe kirin û wî jî texsîr nekir li min vegerand. Wî got, rewşenbîr di vê li gorî pîvanên rewşenbîriyê karê ciavkî û siyasî bike, îaşret pê kir ku îro doza Kurdan ji dozên herî mezin ên dinyayê ye û xwest ji bo berfirehkirina yekîtiya neteweyî hewlên tên dayîn dewamî û berfireh bibin.

   

Li meydana rewşenbîriyê de kesên rewşenbîr dikarin helwêstek çawa nîşan bide?

Belkî ev ne cara pêşî ye ku ez behsa rola rewşenbîr di meseleya yekîtiyê de dibêjim, her çiqas partiyên me Kurdan li ax û zemînên welat kar û xebatê dikin, wan nehêlaye ku rewşenbîr wek ku rewşenbîr be tevbigere. Yanî kesên rewşenbîr bi bîr û boçûnên xwe bi zêhniyeta xwe jixwe di van meseleyên yekîtiyê de xwedî hizreke neteweyî be, ne yeke partîtî.

Mixabin hîna gelek rewşenbîr jî di bin bandora hizban de ne, jixwe beşdarnebûna vê meşa wek îro li vir, vê nîşan dide. Ez dixwazim behsa romana nivîskarê Rûsî Nîkolay Gogol (1809- 1852) bibêjim. Ew romana wî ya bi nav û deng Qapût (Kurk) rewşenbîrên Rûsî hemû derxistine meydanê. Rewşenbîrên nifşên piştî Nîkolay hatine hemûyan got, em ji bin Qapûtê Nîkolay derketine.

Li vir rewşenbîrên Kurd divê xwe ji bin sîwana partîtiyê derxin û xwe dûrî nakokiyên siyasî bikin. Mixabin heta niha wan nikarî ji wan xetên asê û teng derbas bibin. Heger em dûrî wê çarçoveya siyasetê nebin, em ê wê çaxê asta xwe ya rewşenbîriyê bidin xuyakirin.

Em divê bi hev re xebateke wilo ji bo yekîtiya neteweyî bidin pêş, belkî piştî 100 salî dosya Kurdan derdikeve pêşberî dinyayê. Lê rewşenbîr divê bi vê rolê baş rabin. Tê bîra min dema ez li zanîngehê bûm li bajarê Helebê, wê demê kovarên tevgerên Filistînî bi zimanê Erebî derdiketin, yek gotin yan jî du rêz li ser me Kurdan tê re derbas dibû, ji bo me pir balkêş bû. Me digot, ev tiştekî mezin e. Me rahişt wê kovarê me ji xwe re dikirî, niha doza Kurdî ji ya Filistîniyan pirr mezintir e. Ev jî bi saya xebat û tekoşîna gelê me û cangoriyên vê dozê ye. Divê ev nirx li cem me pirr pîroz bimînin. Li kêleka van nirxên pîroz, divê kesên rewşenbîr di asta van nirxan de bimîne.

Rewşenbîr bi dezgehên xwe yên rewşenbîrî gelo dikarin bibin faktoreke sereke di avakirine yekîtiya neteweyî de?

Ez dîsa vê bibêjim, dezgeh û saziyên rewşenbîrî li gorî hizrên partiyan hatine belav kirin. Li Rojava pirr ji saziyan di bin sîwana partiya xwe de û li derveyî xeta rewşenbîrî tevdigerin. Yanî mixabin her aliyekî siyasî saziyên xwe li gorî xwe ava kirine, êdî rewşenbîr wê li gorî xizmeta wê partiyê bixebitin. Ez nabêjim bera dûrî siyasetê bikevin, na! Partiyên me hemî cihê rêzê ne, ew jî karê xwe dikin û em ji dil malavahiya wan dikin.

Lê divê rewşenbîr di nav pîvanên xwe yên rewşenbîrî de tevbigerin, û dîsa karê xwe yê siyasî bikin.

Cenabê te vê hewldana hunermend û rewşenbîrên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî çawa dibîne?

Ev kombûna îro û çalakiya me ya îro gaveke girîng e û derfeteke baş e ji bo avakirina yekîtiya neteweyî. Lê divê kesên ku îro li vir amade bûn, xwe nekin alternatîf ji bo wan kesên ku îro beşdar nebûne. Ez vê dibêjim; jixwe ev gav têrê nakê, lê divê em careke din û gelek carên din hewl bidin kesên ku beşdar nebûne, her kesayetên siyasî û rewşenbîr tevî dezgeh û partiyên wan em beşdar bikin, divê bêtir zemîn ava bibe da ku em Kurdan hemûyan li dor vê xebatê kom bikin û yekîtiya xwe a bihêz ava bikin.