Rêveberên Cemiyeta Rojnamegerên Azad, xebatkarên çapemeniya azad, malbat û gelek kesên din tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta wêneyên Akdemîr li ser û “Me ji bîr nekir” hat hilgirtin. Li ser navê malbatê xwerziyê wî Veysî Polat axaftinekî kin kir. Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad, Ertuş Bozkurt jî diyar kir ku Akdemîr ji wan kesan e ku kevneşopiya çapemeniya azad bilindkirine. Bozkurt anî ziman ku ji bo qatilan darizandinên weke xelat pêk hatin û got: “Me hingê jî dizanî qatil kî ne. Lê tu ceza nedan wan.” Bozkurt got, divê her dem nirxên Akdemîr afirandin bên parastin û wiha axivî: “Xelefên Akdemîr her diçe mezin dibin û pênûsa Hafiz li erdê nehiştin û bûn dengê hemû bindestan.”
DÎHA/AMED