Li bajarên Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Til Hemis û Kobanê bi merasîman şehîdên Gulanê hatin bibîranîn.

Qamişlo: Li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan ji aliyê şervanên YPG-YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî pêk hat. Di merasimê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mazlum Mihemed axivî û got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja şehîdan xwedî wateyeke gelek girîng e. Îro roja şehîdan e, wanên ku azadî bi giyana xwe parastine. Em ê her dilsozê wan bin.”

Tirbespiyê: Li gundê Dogirê li Şehîdgeha Şehîd Dilşêr, merasîmeke bibîranînê pêk hat û welatiyên Kurd, Ereb, Suryanî û Mala Êzdiyan tevlî merasîmê bûn.

Şervanên YPG-YPJ’ê merasîmeke leşkerî pêk anîn û şehîd hatin bibîranîn.

Til Hemîs: Gelê navçeyê tevî şervanên QSD’ê merasîmek li şehîdgehê pêk anî. Ji fermandarên QSD’ê Salar Amûdê û hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan li vir axivîn û wan bal kişand ser rista şehîdan di şoreşê de. Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Dêrik: Li Dêrikê jî li şehîdgeha Şehîd Xebat merasîma bibîranînê pêk hat û malbatên şehîdan bi wêneyên şehîdan tevlî merasîmê bûn.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Heqî Botan û fermandarê YPG’ê Dilovan Cûdî li vir axivîn û wan bal kişand ser rista şehîdan û civaka rêxistinkirî. Piştî axaftinan, gorên şehîdan bi kulîlkan hatin xemilandin û merasîm bi dawî bû.

Kobanê: Meclisa Malbatên şehîdan a Kantona Kobanê jî bi merasîmekê şehîdên Gulanê bi bîr anîn. Merasim li Goristana şehîd Dicle hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên kantona Kobanê endam û rêveberiyên saziyên sivîl tevlî  merasîma bîranîna şehîdan bûn.

Di merasîmê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Suriyê, Ferhad Dêrik peyivî û got, “Em çi axaftinê ji bo şehîdan bêjin kêm e. Rêxistina me her gaveke xwe bi saya xwîna pakrewanan avêtiye û  mezin bûye. Em soz didin ku em ê li ser xeta wan bimeşin.”

Dirbêsiyê: Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê jî merasîm li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê li dar xist.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Mihemed Nebî Kotê, bi navê YPG‘ê Agirî Jînda û bi navê PYD‘ê jî Bedîa Erebo axivîn. Di axaftinan de şehîdên têkoşîna azadiya hatin bibîranîn.

Girê Spî: Bi pêşengiya malbatên şehîdan, bi sedan şêniyên kantona Girê Spî jî çûn serdana Goristana Şehîd Mehmûd Tamê û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Zozan Bercis li vir got, “Van pakrewanan bi fedekariya xwe wateya herî rast a wefedariyê û xilasiya ji koletiyê nîşan da.”

Reqa: Meclisa Ciwanên Reqayê jî li Hola Tac, bi beşdariya bi dehan ji ciwanên malbatên şehîdan, endamên Meclisa Gel, kominên Reqayê û gundewarên wê, bi merasîmekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Delal Derwîş qala rola şehîdan kir di gihandina azadiya gelan û jiyana bi rûmet de.

NAVENDA NÛÇEYAN