Cenazeyên cangoriyên Pirsûsê li bakarên Kurdistanê û Tirkiyê bi tevlîbûne gel hatin definkirin. Di merasima cenazeyan de hat gotin ku çi dibe bila bibe wê nikaribin pira biratiyê hilweşînin û ew ê wek rêhavelên wan şehîdan piştevaniya şoreşgerî xurttir bikin.
Cenazeyê Çagdaş Aydin ê ji bo biçe Kobanê çû Pirsûsê û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest, li Dêrsimê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin. Merasîma cenazeyê li Mala Cemê pêk hat û girseya gel pêlîstok danîn ser cenazeyê Aydin. Dayika Aydin, Saniye Aydin li ser cenazeyê lorand û her kesî rondik barandin. Xalê Aydin, Alî Ekber Uçar pêlîstokek ku wê SGDF’ê bişanda Kobanê girt destê xwe û got: “Çagdaş îro ber bi bêdawîbûnê ve dimeşe. Ne îro, ne sibe lê em ê hesabê vê bipirsin.”
Cenaze piştî merasîmê birin qada Seyîd Riza. Li gel xizmên Aydin, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, parlamenterê Stenbolê Abdullah Levent Tuzel, parlamenterên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn û gelek kes beşdar bûn. Di meşê de dirûşme hatin berzkirin û alên ESP, Partîzan hatin hildan.
Hatîp Dîcle jî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku ew ji bo parvekirina vê êşê hatine vir û anî ziman ku gelê Kurd van êşan her roj dijîn. Dîcle destnîşan kir ku şoreşa Kurdistanê di nav xwînê de derbas dibe.
Bavê Çagdaş Aydin, Fethî Aydin jî got: “Ew ne kurê min, hevrêyê min bû. Çagdaş nemir, bi mîlyonan Çagdaş hene. Ne tenê Çagdaş 32 qurnefîl şehîd ketin. Em ji aliyê DAIŞ û AKP’ê ve hatin qetilkirin. Di teqînê de ez jî li wir bûm. Em wek neviyên Seyîd Riza mezin bûn. Ez we bi van hestan silav dikim.” Cenazeyê Aydin li gundê Çaxberî yê Pulurê hat definkirin.
Ne pêkan e ku haya wan ji berê ve ji vê êrîşê tineye
Cenazeyê Yûnûs Emre Şen doh li Wanê hat veşartin. Cenaze doh danê sibêhê anîn pêşiya Meclîsa Yenî Mahalle. Di merasîma li şehîdgeha Yenî Mahalleyê de bi deh hezaran kes amade bûn. Balkêş bû ku gelek kesên tevlî merasîmê bûbûn, pêlîstok bi xwe re anî bûn. Li pêşiya goristanê, ciwanan ji bo ewlekariyê lêgerîn û kontrol kirin. Di dema derbasbûna merasîma cenaze de şêniyên taxê ji şaneşînan rengên kesk sor û zer vekirin û pankarta ‘“Şehîd Namirin” hildan.
Endamê ESP’ê Emre Genç ê ji komkujiya li Pirsûsê bi saxî filitî di axaftina xwe ya li vir de got, “Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê em beriya du rojan li Pirsûsê bûn. Me yê li Kobanê parka zarokan, pirtûkxane, daristana bîranînê ava bikira. Mixabin mirovên di çentê wan de pêlîstok hebûn, ji aliyê kesên bi TIR’an bombeyan dibin ve hatin qetilkirin. Cihê teqîn lê rû da, nuqteyeke gelekî nêzî Qeymeqamiya Navçeyê ye. Li her derê kamerayên mobese hene. Ne pêkane ku haya wan ji berê ve ji vê êrîşê tineye. Taşerona ev komkujî kir DAIŞ e, lê organîzator dewlet bi xwe ye.”
Genç anî ziman ku êrîşê şoreşgerên Tirkiyeyî hedef girtiye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Em her tim dibêjin, azadiya gelê Kurdistanê bi piştevaniya gelan pêkan e. Me Kobanê bi mehan bi hev re parastin û niha jî dem dema avakirinê ye. Me xwest Kobanê a veguheriye xirbe, ji nû ve ava bikin. Yên ku pira ciwanan a di dema Denîz Gezmîşan li Colemêrgê di sala 1998’an de bi bombeyan ji holê rakirin, îro jî li Pirsûsê hewl dan bi teqandina bombeyê re pira aştiyê ya di navbera gelan de ji holê rakin. Ji ber ku aştî û biratiya gelan naxwazin. Em hevrêyên Kawayê hesinkar Mazlûm Dogan, Denîz Gezmîş, Mûstafa Sûphî, Sûphî Agirnasiyan e. Yên dibêjin qey wê me bi bombeyên rêxistinên taşeron biqedînin, xwe dixapînin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya aştî, biratî û azadiyê dewam bikin. Em ê dîsa biçin Kobanê û li wir jiyaneke nû ava bikin. Em ê çiyayên Şengal, Nûrheq û Agirî bigihînin hev. Desthilatdar ji vê ditirsin, bila bitirsin.”
Ji bo parastina namûsa xwe diçû Kobanê
Cenazeyên 3 ciwanên bi navê Serhat Devrîm, Med Alî Barûtçû û Mucahît Erol li Şenyala li Mûşê bi konvoyekê hat pêşwazîkirin. Girseya gel ji vê derê bi konvoyê çû Xaçerêya Dortyolê, li vir ji wesayîtan peya bû û ber bi Qada Şaredariyê ve meşiya. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna û parlamenterên HDP’ê beşdarî meşê bûn. Girseya ku nêzî 10 hezar bû, bê navber dirûşme berz kir.
Kalê Serhat Devrîm, Maşallah Devrîm di merasîmê de axivî û diyar kir ku kurê wî ne ji bo şer ji bo alîkariyê diçû Kobanê, ji bo parastina namûsa xwe diçû Kobanê. Devrîm anî ziman ku bi hevkariya DAIŞ û AKP’ê ciwan hatine bombebarankirin û da xuyakirin ku gelê Kurd bi mirinê naqede.
Bavê Med Alî Barûtçû, Alî Riza Barûtçû jî destnîşan kir ku hevalên wî wê doza wî li erdê nehêlin û got: “Bila dijminên me baş bizanin. Bi kuştinê nekarin me biqedînin. Med Alî hem heval û hem jî hevrêyê min bû. Kurê min her tim difikirî ku doza Kurdistanê çawa pêşve bibe.”
Dayika Mucahît Erol, Besra Erol jî got: Ew şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Ev 40 sal in xwîna gelê Kurd dirijînin. Ma hûn têr nebûn? Kezeba min şewitî bila ya kesên din neşewite.Ez ji hevalên wî re serkeftinê dixwazim.”
Piştî merasîmê ciwanan cenaze hildan û ber bi goristana Taşo ve meşiyan. Cenaze bi dirûşmeyan hatin definkirin.
Dayika 4 zarokan bû…
Cenazeyê Nazegul Boyraz a dayîka 4 zarokan li Stenbolê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin. Keça Boyraz Yasemîn Boyraz di merasîma cenazê de got, “Girîn tuneye. Dayîka me dema ji bo azadiyê gav avêt jiyana xwe ji dest da.”
Cenazeyê Nazegul Boyraz li Cemxaneya Gulsuyu ya Stenbolê ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Bi hezaran kesên dixwastin tevlî merasîma cenaze bibin bi meşê hatin ber Cemxaneya Gulsuyu.
Di meşê de pankarta “Em dê hesaba komkujiya Pirsûsê bipirsin. Me bi hev re parast û em dê bi hev re înşa bikin” hat vekirin. Parlementera HDP’ê Huda Kaya, Sekreterê Giştî yê CHP’ê Gulsel Tekîn, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kesên din tevlî meşê bû. Di meşê de ligel wêneyên Boyraz wêneyên kesên din ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin.
Cenazeyê Koray Çapoglu jî li gundê Yaniktaş ê navçeya Of ya Trabzonê serê sibê ji aliyê malbatê ve pêşwazîkirin. Endamên malbatê cenaze bi wekîlên HDP’ê re pêşwazî kir û pişt re li ser “daxwaza polîsan” bêyî wekîl û kesên din h defin kirin.
DÊRSIM/WAN/MÛŞ/STENBOL/TRABZON
Bav û kur çûn şoreşê...
Îsmet Şekerê ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe da, dê li cem kurê xwe yê şervanê YPG’ê ku gotibû “Ji Kerbelayê heya Qoçgiriyê, Ji Qoçgiriyê heya Kobanê berdexwedan didome” û di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin. Îsmet Şeker, bi rêhevalên zarokên xwe re dabû ser rêya Pirsûsê da ku tevlî xebatên avakirina Kobanê bibe û kurê xwe yê din ku ew jî şervanê YPG’ê ye bibîne.
Yek ji kesên ku di êrîşa xwekujî ya li hemberî endamên SGDF’ê pêkhat de li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da, Îsmet Şekerê 50 salî ye. Şeker, doh li Stenbolê li cem kurê xwe Mustafa Can Şeker (Şiyar Koçgiri) ku şervanê YPG’ê bû û di 22’ê Çilê de di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin. Îsmet Şeker, ji bo tevlî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibe û kurê xwe yê din ku ew jî şervanê YPG’ê ye bibîne dabû ser reya Pirsûsê.
Îsmet Şeker, destpêkê kurê xwe Mustafa Can Şeker (Şiyar Koçgiri) wenda kir, pişt re jî hevjîna xwe Necar Şeker ku ji şehadeta kurê xwe gelek bandor bû, di 18’ê Pûşberê de wenda kir. Şeker, piştî ku demekê li Ewropa di karên înşaatê de xebitî vegeriya Stenbolê û li vir karê esnafiyê kir, vê carê jî li gel endamên SGDF’ê berê xwe da Kobanê. Şeker, dixwest kurê xwe yê din ku şervanê YPG’ê ye bibîne û tevlî xebatên avakirina Kobanê bibe. Şeker, di êrîşa xwekujî de di nav ciwanên ku daxuyaniya çapemeniya didan de bû û li cihê êrîşê jiyana xwe ji dest da.