
Li Minbicê û Dêrikê 4 cangoriyên azadiyê yên ku di operasyona rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûne, hatin oxirkirin. Her wiha bi sedan welatiyên herêmên Tirbespiyê û Til Hemîs cenazeyên şevana YPJʹê Hebûn Qamişlo û Şervanê YPGʹê Warşîn Perwer spartin axê.
Bi hezaran şêniyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê şervanên YPG′ê Edhem Yûsif, Roman Dilman (Agir Urmiye) û Endamê Hêzên Asayîşê Yasir Biro ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de Hevserokatiya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û Mensûr Selûm, nûnerên Rêveberiya Xweser, Deste, partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.
Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat, Hevserokatiya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Hediye Yûsif (meta şehîd Edhem) û Mensûr Selûm di merasîmê de axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û diyar kirin ku wan ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl ji zulma çeteyên DAIŞ′ê canê xwe feda kirin. her wiha dane zanîn ku ew ê tola şehîdan hildin.
Li Tibespiyê jî nîştecihan termên şervanên YPJʹê Rîhab Dehawî (Hebûn Qamişlo) Sêran Yûsif (Warşîn Perwer) li goristana Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê piştî merasîmekê hatin veşartin. Cenazeyê Şehîd Warşîn bi xwe li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hat definkirin.