Kitêbên çapkirî yên bi Kurdî yên herî kevin, diyar e ku bi tîpên Ermenî li Stenbolê hatine çapkirin. Sala 1856´ê ji bo Kurdên Xiristiyan ên Ortodoks li gorî mezheba Ermeniyan, ev kitêb hatine çapkirin û ne ji bo karê misyoneriyê. Ji ber ku kitêbên ji bo misyoneriyê hemû bi alfabeya Erebî hatin çapkirin û alfabeya Ermenî, tenê ji bo kesên jixwe bi vê alfabeyê dizanin wê manedar be. Ev jî dike ku em wê zenê bikin, ev Kurdên Xiristiyan Ermenîkî û alfabeya wî weke zimanê duayan bi kar dianî.   

Heta, di nava dîasporaya pêşî ya Ermenî ya li new Yorkê de jî çapên vê îdîayê piştrast bikin, hene. Sala 1868 li New Yorkê kitêbeke bi alfabeya Ermenîkî heye ji bo fêrkirina Kurdî bi awayê pirs û bersivan (Katexîzm). Di kitêbê de hebûna zimanê Ermenîkî jî piştrast dike ku zimanê metnên ayînan ên van Kurdîzimanan jî Ermenîkî bûye.

Mînakên din ên çapkirî yên li Stenbolê jî nîşan didin ku ev îstîsnayek nebûye, çawa ku çapa 1872´yan li çapxaneyeke cihê nîşan dide ku metnên dînî yên bi Kurdî bi alfabeya Ermenîkî bi dewamî hatine çapkirin.

 NAVENDA NÛÇEYAN