Bêguman li her welatî hin sînor û kelemên bi aliyê serkariyan ve li pêş çapemeniyê hatine danîn hene. Lê li tu welatî çapemeni bi tevahî di bin fermana serkariyê û saziya wê ya di forma şerê psikolojîk de nîne. Ev tenê li Tirkiyê wiha ye. Ango "Made in turkey!“

Dema mirov sîstema perwerdeya tirk ya ku ji devşîrmeyan mirovên ji qalikê mirovbûnê daye derxistin jî, bi vê saziya şerê psîkolojîk (ango çapemenî) re dinirxîne, wê çaxê baş têdigihîje ku li Tirkiyê ne çapemenî, tenê belavokên şerê psikolojîk û rojnamewanên şerê psikolojîk ên nijadperest hene.
Ji ber vê rastiyê jî; çapemenîya tirk her gav û gotinê xwe li gor plan û programa şerê teybetî û psikolojîk datîne. Komkujî û lînckirinên li ser gelê kurd nabîne, dema ev di nava medya civakî de jî belav bibe, bi her awayî dixebite ku bi rûpoşkirinan sûcê dewlet û serkariyê veşêre. Mînakeke biçûk a vê dawiyê êrişên nijadperest yên li Afyon – Sandikliyê ye!
Dema qaşo mijara aşitiyê jî dikeve rojevê, di cihê ku ew gelê tirk yê ku di nava bangaşiya nijadperestî de hatiye xeniqandin, ji bo aşitiyê amade bikin, di nivis û nirxandinên xwe de ji bo geşkirina dilê nijadperestan û şikandina hêvî û hestên azadiyê ya gelê kurd bi yek qelemekê çekan ji destên gerilayên xwediyê welatê me digirin, wan ji xaka wan diqetînin û dişînin Avusturalyayê. Ku ji destê wan were, dê me tevhevan bişînin ser Marsê!

Rayedar û siyasetmedar
Siyasetmedarên wan jî, tim polîs in, yan jî mantiq polîs in. Beşek rola polêsên baş digirin, beşek jî rola polêsên xwînxwar. Zimanê wan jî tenê zimanê nijadperestên êrişkar û kriminalîst e. Wek mînak dema mirov li axaftina Atalay dinêre, zimanê FBI yê Amerîka, yan jî saziyên kirîmînal yên Ewropa tê bîra mirovan. Di zimanê van saziyan de dijber tim kesên krîmînal in, lema ew wan tu carî ne wek muhatap, wek amûr û alavên divê ji holê werin rakirin, dibînin; ji ber vê egerê jî ew ji bo van dijberan peyva "obje“ bikartînin. Atalay jî di nav vê pozisyona FBI de peyva “enstruman” ango "amûr“ bikartîne. Ev ne zimanê aşitiyê ye. Ev zimanekî krîmînalîst û bê edeb e. Hetanê ew bi vî awayî li me binêrin, aşitî nabe. Lewre aşitî tenê di navbera du aliyan de dibe, ne di navbera kriminal û polîsan de.
Di dema van axaftinên qaşo bêhna aşitiyê jê tê de, walî û kaymeqamên AKP yî yên li Afyon – Sandikliyê dixwazin ku kurdan ji malê wan derxin û dest deynin ser mal û melalê wan. Leşkerên wan jî li her derê Kurdistanê dest bi operasyonan kirin. Qirkirinên siyasî bê navber hate domandin. Ango wek di çapemeniya cihanê de jî tê weşandin, dîsa hilbijartin nêzîk bûye û lema jî lîstikên osmanî destpêkiriye. Bi gotineke kurt heta ku AKP li ser kar be, bend jî di destê Erdogan – Fetullah da be, aşitî nabe! Ew tenê ji bo veşartina binketin û têkçûna xwe, manîpulekirina rastiyan, ketine nava dek û dolaban û dixwazin xwe serkeftî nîşan bidin, bi çi awayî dibe bila bibe bigihîjin armancên xwe. Divê em vê firsendê nedin wan.

Mijara çekan
Di cihanê de hemû gel xwedanê hêzên xwe yên parastinê û ewlekariyê ne, ku ev tişteke xwezayî ye jî. Li başûrê Kurdistanê jî pêşmêrgeyan çek dananîn, ew wek hêzên ewlekariyê hatin rêorganîzekirin. Ku hêzên pêşmêrgeyan neba, Malîkî niha ji zû ve, ew destkeftiyên başûr ji holê rakiribûn. Li her derê cihanê ev wiha ye. Tu dewlet û tu milet jî wekî serkarên tirkan barbar û har nînin. Niha li ser kîjan mantiqî çekdanîn tê xwestin? Em çawa dikarin ewlekariya xwe bidin destê polîsên fetullahî, yan jî polîsên ku ji roja hatiye demezirandin hetanî vê roja me celatê me bûne, bê cop û kuştin tu tiştek nedane me! Ev çawa mantiq e? Bê hêzên ewlekariyê wê nirxekê me hebe?
Dema gerîla nebe hêzên ewlekariyê, garantiya me û ewlekariya me li ku dimîne? Ma mirov dikane ku ewlekariya xwe li ser bextê Naîm Şahîn û xwînxwarên wekî wî bihêle? Ma mirov xwe davêje bextê celatan? Ku gerilayên me li welatê me nebin hêzê ewlekariyê, wê her tişt ji destê me here. Wê keda çilsalî di çilkek avê de bifetise. Wê zimanê me jî zimanê polêsên AKP´ê, ango tirkî be, êdî emê bibêjin bi xatirê te kurdî. Bê ewlekariya hêzên parastina gelê me, aşitî nabe! Tenê serî çemandin dibe! Her bijî gerîla.