Yek ji rojnamevanên bajarê Kerkûkê Ako Ebdulhemîd diyar kir ku çapemeniya Başûrê Kurdistanê li hemberî berxwedan û rewşa Bakûrê Kurdistanê pir bêxeme û got; “Îro li Bakûrê Kurdistanê dewleta dagirker a Tirk li ser gelê Kurd komkujiyê dike. Dema em li dema buhrî binêrin, çi dema êrîşên dagirkeran li ser Başûrê Kurdistanê çêdibû, Kurdên Bakûr û çapemeniya Bakûr bi şêweyek bibiryar û pratîkî li pişt Başûr cih girt. Belê pir mixabin îro li parçeyek ê Kurdistanê komkujî tê kirin, Kurd tên qetilkirin, belê dezgahên çapemeniya Başûrê Kurdistanê vê nabînin.”
Rojnamevan Îmad Mihemed jî diyar kir ku li Bakûrê Kurdistanê bi şêweyek pir eşkere li ser gelê Kurd komkujî tê kirin û wiha dewam kir; “Mixabin îro çapemeniya Kurd bûye du beş. Beşek qala berxwedana Bakûrê Kurdistanê dikin, belê beşek jî li hemberî Bakûrê Kurdistanê pir bêxem tevdigerin û dûrî pirsgirêka Kurd dixwazin weke pirsgirêkeke navxweyî ya Tirkiyeyê bidin nîşandan.”
Îmad Mihemed got ku pêwîst e hemû çapemeniyên Kurd li hemberî berxwedana Bakûrê Kurdistanê û komkujiyên dewleta Tirk bibin xwedî yek deng.
‘Rastiyê bigehînin hemû cîhanê’
Rojnamevan Bextiyar Mihemed jî wiha got: “Pêwîst e çapemeniya Başûr bi şêweyek hîn baştir piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê bikin. Her wiha bi rêya dezgah, weşan û nûçegihanên xwe rasteqîneya berxwedana Bakûr bigehînin hemû cîhanê.”
ROJNEWS/KERKÛK